12:08 23 Gulan 2018
    Zarokên penaber ên Mûsilê li kampê

    Di şerê Mûsilê de yên herî mexdûr dibin, zarok in

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Teqez e ku jin û zarok in ên ku herî zêde di şeran de mexdûr dibin. Bi deh hezaran kes ji ber operasyona rizgarkirina Mûsilê koçber bûne ku gelek ji wan zarok in û ji lîstik û dibistanên xwe bêpar mane. Zarokên mûsilî dibêjin ku ew dixwazin zûtirîn dem vegerin mal û dibistanên xwe û hevalên xwe re bilîzin.

    Di vê dema ku operasyona Mûsilê bı hemû tundî û dijwariya xwe berdewam dike, bi deh hezaran kes neçarî koçberiyê bûne ku gelek zarokên kurdên şebek û kakayî, ereb, asûrî û turkmen jî di nav wan de ne ku ji ber ji dibistan û hevalên xwe dûr ketine, gelekî xemgîn in.

    Pêşmerge - operasyon - mûsil
    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Zarokên ku bi hinekî bi lîstina bi hevalên li kampê re, stendina xwarin û pêlîstokan ji saziyên alîkariyê kêfxweş dibin, hîn jî hînî jiyana kampê nebûne. Ew zarokên ku ji şerî reviyane û ji balafiran tirsiyane, bi rojan di malên xwe de asê mane.Herwiha ew zarokên ku ji wan wiha ye ku ew qerebalixiya li ser dora stendina xwarinê, teqîn e lewra gelekî ditirsin.

    Keça 7 salî ya bi navê Sîmor Îsmaîl bi Spûtnîkê re axivî û diyar kir ku berî du rojan ji taxa Înstîsarê hatiye kampa Xazirê û wiha dibêje: "Ez li gel dê û bavê xwe û 7 xwişk û birayên xwe berî du rojan bitirimbêlê hatin kampê. Heta em ji Mûsilê gihiştin vê derê, em gelekî tirsiyan. Her dengê gule û balafiran dihat. Bavê min ji min û birayên min re digot, netirsin, tişten nabe. Dêya min jî ez û birayê min ê biçûk haş dikirin. Bi rê de, ez gelekî giriyan û dêya min jî bi min re giriya."

    "PIŞTÎ DAIŞÊ, GELEK DIBISTAN HATIN GIRTIN"

    Ji aliyê din ve, keça şêrîn a bi navê Sîmor ku her fersendê dibîne li kampê dilîze, diyar dike ku berê li Mûsilê diçû dibistanê lê piştî hatina DAIŞê gelek dibistan hatin girtin.

    Keça bi navê Medîne Zuher ya 6 salî diyar dike ku dixwaze bixwîne, bibe bijîşk û sedema wê jî wiha rave dike, gava balafiran li DAIŞê dixist, xaniyê wan hat bombebarankirin û birayê wê li wê derê jiyana xwe ji dest da. Medîne dibêje, eger ez bijîşk bûma, belkî min bikariya birayê xwe xelas bikira.

    Herwiha zarokeke bi navê Buşra Yûsif, pênûs û defterek xistine destê xwe û ji xwe re nivîs û xêzan çêdike. Buşra diyar dike ku gelekî ji xwendinê hez dike û dixwaze gelek tiştan resiman çêke.

     

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Iraqê taxa Sedam a Mûsilê rizgar kir
    DAIŞê li nêzî Mûsilê 295 kes dîl girtin
    Îdîa - Ji bo operasyona Mûsilê Qasim Silêmanî û Cemil Bayik hevdîtin pêk anîn
    Li Mûsilê gorek hate dîtin ku 100 kesên bê serî tê de bûn
    Rojnamevanê japonî ku li Mûsilê hatibû girtin serbest hat berdan
    Artêşa Iraqê: Bexdadî ji Mûsilê reviya
    Zaxarova: Hêzên hevpeymanê li Mûsilê 'qirkirina serdema navîn' pêk tînin
    Etîketan:
    ereb, asûrî, turkmen, şebek, kakayî, kurd, operasyona Mûsilê, DAIŞ, Xazir, Mûsil, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de