02:32 26 Sibat 2018
Zindî
    Mihemedê Hacî Mehmûd

    Hacî Mahmûd bangî Trump kir: Piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bike

    © Foto: BasNews
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîsta Demokrat a Kurdistanê (PSDK) Mehmûd Hacî Mehmûd pîrozbahî li Donald Trump kir û jê xwest ku ji bo serxwebûnê piştevaniya gelê Kurdistanê û bidestxistina mafên xwe bike.

    Sekreterê Giştî yê PSDKê û Fermandarê Hêzên Pêşmerge Mehmûd Hacî Mehmûd bi daxuyaniyekê pîrozbahî li serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump kir û ji bo serxwebûna Kurdistan û bi destxistina mafên xwe jê xwest ku piştevaniya gelê Kurd bike. Mehmûd di daxuyaniya xwe de derbirî ku Kurd neteweya herî mezin e ku niha bê dewlet e.

    Mehmûd di daxuyaniya xwe de her wiha ji Trump xwest ku di şerê li dijî DAIŞ de hîn zêde piştgiriya hêzên pêşmerge bike.

    Donald Trump di hilbijartinên 8ê Mijdarê de li hemberî Hillary Clinton biserketibû û bûbû Serokê nû yê Amerîkayê.

    Bi heman mijarî:

    Hecî Mahmûd: "Pêşmerge li cephe şehîd dibe hinek kes jî hisabên qoltuxan dikin"
    Hecî Mehmûd: Helwesta Bexdayê ji bo serxwebûnê erênî bû
    Mihemedê Hecî Mehmûd: Heta Heşdî Şeibî hebe pirsgirêk dê berdewam bikin
    Mihemedê Hecî Mehmûd ji bo aloziyan bangî partiyên Kurdistanê kir
    Etîketan:
    kirin, serxwebûna Kurdistanê, piştevanî, Serokê nû yê Amerîkayê, Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê (PSDK), Donald Trump, Mehmûd Hacî Mehmûd, Amerîka, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de