03:21 23 Îlon 2017
Zindî
    Hêzên Pêşmerge

    Pêşmerge Bîlançoya Şerê Başîkayê Eşkere kir

    © AP Photo/ Hussein Malla, File
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 85 0 0

    Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarên Herêma Kurdistanê li ser encamên operasyon û şerê rizgarkirina Başîkê daxuyaniyek belav kir.

    Fermandariya Hêzên Pêşmerge ragihand ku piştî dorpêçkirina 2 hefteyan Başîk ji aliyê Pêşmerge ve hatiye kontrol kirin û bîlançoya şerê tund ê bi DAIŞê re eşkere kir.

    Di daxuyaniyê de hate gotin, ji saet 06:00ê roja 07.11.2016 Hêzên Pêşmerge ji 3 baskan ve êrîşeke berfireh birine ser terorîstên DAIŞê û heta saet 17:00an ji her 3 baskan ve ketine nav navçeya Başîkê û dest bi paqijkirina terorîstan a mal bi mal kirine.

    Fermandariyê da zanîn ku hêzên hevpeymanan 14 êrîşên esmanî pêk anîn û otomobîleke bombekirî jî li dema operasyonê hat teqandin.

    Herwiha hat ragihandin ku ji bilî kuştina bi dehan terorîstên DAIŞê 3 jî hatine dîlgirtin.

    Niştecihên bajaroka Başîka ji xeynî hejmareke kêm a mesîhî û ereban, piranî kurdên şebek û êzidî ne.

    Bi heman mijarî:

    Hêzên Pêşmerge li Başîqayê avahiya KDPê rizgar kirin
    Jinên Pêşmerge diçin şerê DAIŞê
    Fermandarê Pêşmerge: Başîk bi temamî hat kontrol kirin
    Sererkanê Pêşmerge Mizurî: "DAIŞ li hemberî lehengiya Pêşmerge li ber xwe nade"
    Berpirsê Pêşmerge: Heta 15 rojan Musil rizgar dibe
    Etîketan:
    kURD, DAIŞ, bîlanço, Şer, pêşmerge, kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de