22:46 26 Îlon 2017
Zindî
    Alaya kurdistanê

    Herêma Kurdistanê bi tundî bersiv da Îranê

    © Foto: Basnews
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 126 0 0

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermî bersiva da Îranê û derbirî ku ew îdiayên alîkariya Herêma Kurdistanê bo dijminên Îranê red dikin û ew rê nadin tu alî, da ku Asayişa Herêma Kurdistanê were têkdan.

    Li gorî agahiyên Rûdawê Hikumeta Herêma Kurdistanê piştî ku Şêwirmendê Payebilind ê Leşkerî yê Ayetullah Elî Xamaney ê Rêberê Îranê, general Yehya Rehîm Sefewî îdia kiribû ku Herêma Kurdistanê alîkariya dijminên Îranê dike û di derbarê pêwistiya serxwebûna Kurdistanê de jî hişyarî da berpirsên Kurdistanê, bi tundî bersiv da Îranê û ew îdiayên Îranê red kir.

    Derbarê axavtinên îro yên Şêwirmendê Leşkerî yê Îranê de, ku gotibû; "Herêma Kurdistanê bi riya konsolxaneya Erebistana Siûdî partiya Barzanî alîkariya dijminên Îranê dike. Felah Mistefa bersiv da

    Goran
    © Foto: Malpera Fermî ya Ragihandina Tevgera Goran
    "Beşa konsulxaneya şahnişîna Erebistana Siûdiyê, ez ji wan re dihêlim, bila ew bi xwe bersiva wan tohmet û axavtinan bidin. Lê belê beşa girêdayî Herêma Kurdistanê, em hemû wan gotinan red dikin. Em daxwaz jî dikin, berê ku daxuyanî were dayîn, em pabendî parastina berjewendiyên hevbeş ên cîrantiyê dikin û em bi hemû geşedan û pêwendiyan li gel cîranên xwe ne.

    "Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir, ew rê nadin ti kesî ku asayişa Herêma Kurdistanê têk bibe û li ser asayîşa welatek din jî bibe metirsî. Herwiha Felah got: "Em dixwazin, pêwendiyên meyên baş li gel cîranên me hebin."

    Mistefa di berdewamiya axavtina xwe de diyar kir, ku Herêma Kurdistanê beşek ji civaka navdewletî ye, pêwendiyeke berfireh li gel welatên cîhanê heye û Herêma Kurdistanê faktora sereke ya tenahî ûn ewlehiyê li Iraqê û herêmê ye.

    Bi heman mijarî:

    Kurdistan: "Me ji Rûsyayê daxwaza alîkariya însanî û leşkerî kir"
    Sûriye belav bibe dê Kurdistan ava bibe
    Viyan Dexîl: Tekane stargeha kêmaran Kurdistan e
    KURDISTAN - Li dijî PKKê sewqiyata leşkerî
    Iraq û Kurdistan ji bo Mûsilê dicivin
    Etîketan:
    serxwebûn, tohmet, daxuyanî, bersiv, Yehya Rehîm Sefewî, Felah Mistefa, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de