04:32 21 Îlon 2017
Zindî
    Alaya Herêma Kurdistanê

    Îran bi tundî li dijî serxwebûna Kurdistanê derket

    © Flickr/ kurdistan4all
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 74510

    Şêwirmendê payebilind ê Rêberê Îranê Ayetulah Elî Xaminêyî, general Rehîm Yehya Sefewî derbarê serxwebûna Kurdistanê de bi tundî hişyarî da Hikûmeta Herêma Kurdistanê ta ku dest ji serxwebûnê berde.

    General Rehîm Sefewî ku berê Fermandarê Sûpayê Pasdarên Îranê bû li paytexta Îranê Tehranê axivî û teqez kir ku dûrketina herêma Kurdistanê ji hikûmeta navendî ya Iraqê wan nîgeran dike.

    "PÊWENDIYÊN ME BI PARTIYA TALEBANÎ RE BAŞ IN"

    General Rehîm Sefewîderbarê têkiliyên xwe bi partiyên Herêma Kurdistanê de axivî û got: "Li Herêma Kurdistanê, partiya Talebanî pêwendiyeke gelek baş li gel Îranê heye, lê belê partiya Barzanî ne wisa ye. Em ji dûrketina Herêma Kurdistana Iraqê ji hikûmeta navendî ya Iraqê nîgeran in, ji ber wan hinek cur rêkeftin li gel siyonîstan (îsraîliyan) heye."

    Şêwirmendê leşkerî yê Elî Xaminêyî herwiha berdewam kir: "Partiya Barzanî rê daye konsulxaneya Siûdiyê li bakurê Iraqê ku çek bide hêzên îranî yên li dijî şoreşê û di wî warî de em hişyariyê didin wê. Gerek bizanin ku ew deyndarê Îranê ne."

    "BIRYARA SERXWEBÛNÊ ZIRAR"

    Herwiha Sefewî di berdewamiya axiftina xwe de, derbarê îhtîmala serxwebûna Herêma Kurdistanê de axivî û hişyarî da berpirsyarên Kurdistanê ku biryarekî wiha bidin, dê zirar bikin.

    Rehîm Sefewî got: "Kurdên Iraqê ji neviyên Aryayî ne û reh û bingehê wan îranî ye û pêwendiya wan li gel Îranê heye. Lê divê bizanin eger biçin nava wê lîstika siyasî, dibe ku Îran bes alîkariya wan bike."

    Ji aliyê din ve, Şêwirmendê Leşkerî yê Ayetullah Elî Xaminêyî destnîşan kir ku zehmet e, "kurdên Iraqê" bêyî piştevaniya Îranê serkevtinê bi dest bixin, ji ber ku bi gotina wî, ew dorpêçkirî ne û tenê rêya esmanî li pêşiya wan heye.

    Bi heman mijarî:

    Reşetnikov: Divê mafên kurdan ê çandî bên parastin lê em dijî serxwebûna wan in
    Ebadî bangî Tirkiyeyê kir: Tika dikim, serxwebûna me bin pê nekin
    Îmamê kurd ji Papa re: Piştgiriyê bidin serxwebûna Kurdistanê
    TEHDÎD - "Serxwebûna Kurdistanê dê bibe sedema rijandina xwînê"
    “Hewlêr û Bexdayê li ser serxwebûna Kurdistanê li hev kir”
    Dadgeha Temyîzê: Li Beştepeyê merasîm zerarê nade serxwebûna dadê
    Etîketan:
    serxwebûna Kurdistanê, Talebanî, Ayetulah Elî Xaminêyî, Barzanî, Tehran, Erebistana Siûdî, Kurdistan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de