23:05 20 Îlon 2017
Zindî
    Alaya Kurdistanê li ser zindana Hewlêrê

    Hûrgiliyên alîkariya Kurdistanê ji Rûsyayê xwestibû diyar bûn

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2501

    Berdevkê Birêveberiya Herêma Kurdistanê Aso Talebanî hûrgiliyên alîkariya ku ji Moskovayê xwestiye ji Spûtnîkê re eşkere kirin. Li gorî agahiyên Talebanî dane, Kurdistanê "beşdarbûneke fîzîkî ya leşkerî" ji Rûsyayê napê.

    Serokê Têkiliyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Falah Mustafa ji rojnameya Izvestiyayê re ragihandibû ku wan alîkariya mirovî û leşkerî ji Rûsyayê xwestiye. Berdevkê Birêveberiya Herêma Kurdistanê Aso Talebanî ji Spûtnîkê re diyar kir ku wan alîkariyeke bi şêwaza beşdarbûna leşkerên rûs di operasyona Mûsilê de nexwestiye.

    "TIVINGÊN RÛSAN ÎSBATA XWE KIRIYE"

    Talebanî teqez kir ku behs nehatiye kirin ku leşkerên rûs an jî baalfirên rûsî bi awayekî fîzîkî beşdarî operasyona Mûsilê bibin û wiha dewam kir: "Nexasim ne Amerîka û ne jî Iraq vî tiştî qebûl nake".
    Herwiha rayedarê kurd diyar kir ku ji bo têkbirina navgînên bizirx ên terorîstan, pêdiviya wan bi tivingên rûsî heye û wiha pê de çû: "Tivingên rûsî di vî warî de xwe îspat kiriye".

    Ji aliyê din ve, Talebanî diyar kir ku wan betaniye, çadir û amûrên germkirinê ji bo penaberan xwestine, ji ber ku niha 2 milyon mirovên aware li Kurdistanê hene û piştî operasyona Mûsilê, ew hejmar dê zêde bibe.

     

    Bi heman mijarî:

    Balafirên şer ên Tirkiyê, çiyayên Herêma Kurdistanê bombebaran dikin
    Herêma Kurdistanê hikumeta Iraqê derewand
    Li Kurdistanê girtina wekilên HDPê hat şermezar kirin
    Siyasetmedarên Kurdistanê destserkirina parlementerên HDPê bi tundî şermezar kir
    Rojeva Rojê bi Spûtnîk Kurdistanê re
    Rojeva Rojê bi Spûtnîk Kurdistanê re
    Partiyên Îslamî yên Herêma Kurdistanê dixwazin hevbeş tevbigerin
    Etîketan:
    tiving, terorîst, alîkarî, penaber, Aso Talebanî, Falah Mustafa, Mûsil, Iraq, Amerîka, Rûsya, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de