20:23 24 Îlon 2017
Zindî
    Rojnamegerê japonî yê bi navê Kosuke Tsuneoka bi tohmeta pêwendiya wî bi DAIŞê re heye li Herêma Kurdistanê hatiye desteserkirin.

    Rojnamevanê japonî ku li Mûsilê hatibû girtin serbest hat berdan

    © Foto: Twitter
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 26 0 0

    Ajansa Asayîş û Parastin a Herêma Kurdistanê ragihand ku rojnamevan Kosuke Tsuneokayê japonî ku li Mûsilê bi sedema têkiliya bi DAIŞê re hatibû girtin îadeyî welatê wî kir.

    Ajansa Asayîş û Parastin a Herêma Kurdistanê ragihand ku rojnamevan Kosuke Tsuneokayê japonî ku li rojhilatê Mûsilê bi sedema têkiliya bi rêxistina terorîst a DAIŞê re hatibû girtin îadeyî welatê wî kir.

    Ajansê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "'Shamil K. Tsuneokayê ku di 27ê Cotmehê de li rojhilatê Mûsilê li nêzî Çiyayê Zerdik bi sedema ku têkiliya wî bi rêxistina terorîst a DAIŞê re heye hatibû girtin, îro teslîmî berpirsên welatê wî kirin."

    DI TELEFONÊ DE WÊNEYÊ WÎ BI ALA DAIŞÊ HATIBÛ DÎTIN

    Di dirêjiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku di lêpirsîna dirêj de derket holê ku rojnamevanê japonî bi rêya telefonê pêwendiyê bi terorîstên DAIŞî re danîye. Piştî qedandina lêpirsînê, rojnamevan Tsuneoka li Balafirxaneya Navnetweyî ya Hewlêrê teslîmî berpirsên japonî hat kirin.

    Piştî ku rojnamevanê japonî li Herêma Kurdistanê bi sedema têkiliya DAIŞê hat girtin hinek wêneyên wî di çapemeniya navnetweyî de ku li ber ala DAIŞê bi çek hatibû kişandin derketibûn.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rojnamegerê japonî bi tohmeta endamtiya DAIŞê, li Herêma Kurdistanê hate desteserkirin
    Xelata Tibê ya Nobelê bû mafê zanyarê Japonî Yoshinori Ohsumi
    Pûtîn û Abe:"Divê em piştgiriya karsazên rûs û japonî bikin"
    Barzanî xîmê projeya kurd û japonî avêt
    Etîketan:
    DAIŞ, Ajansa Asayîş û Ewlehiya Herêma Kurdistanê, Rojnamevanê japonî, Shamil K. Tsuneoka, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de