10:20 20 Îlon 2017
Zindî
    Hêzên Pêşmerge

    Hêzên Pêşmerge li Başîqayê avahiya KDPê rizgar kirin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 7610

    Hêzên Peşmergeyên Kurdistanê di çarçoveya rizgarkirina operasyona Başîqayê de ketin navenda bajêr û avahiya KDPê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê rizgar kirin.

    Hêzên Peşmergeyên Kurdistanê di çarçoveya rizgarkirina operasyona Başîqayê de ketin navenda bajêr û avahiya KDPê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê rizgar kirin.

    Li gorî çavkaniyên herêmî di çarçoveya rizgarkirina Başîqayê de Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi 4 milan ve ketine nava bajêr, avahiyên fermî û baregeha PDKê ya navçeyê jî di nav de bi tevahî hate kontrolkirin. Hat ragihandin ku terorîstên DAIŞî di nav tunelan de mane û Hêzên Pêşmerge ji bo peydakirina wan karê lêgerînê dike.

    Ji aliyê din ve Fermandarê Hêza Zêrevan Lîwa Ezîz Weysî di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji xeyrî Hêzên Pêşmerge û Pêşmergeyên Roj tu hêzeke din di operasyona Başîkê de cih negirtiye. Heta niha ziyana canî ya pêşmergeyan nîne. Şer li gorî nexşeya cenabê Serok Barzanî dimeşe. Hêzên me gelek pêş de çûne. Ji xeyrî terorîstên kuştî gelek milîtanên terorîst jî dîl hatin girtin.

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê Pêşmerge: Başîk bi temamî hat kontrol kirin
    Sererkanê Pêşmerge Mizurî: "DAIŞ li hemberî lehengiya Pêşmerge li ber xwe nade"
    Pêşmerge: "Temamê herêma Başîqayê hat rizgarkirin"
    Ji Fermandariya Pêşmerge daxuyaniya encama şerê Mûsilê
    Hêzên Pêşmerge 2 gundên din rizgar kirin
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Operasyona rizgarkirina Başîqayê, Hêza Zerevanî, KDP, Hêzên pêşmerge, Ezîz Weysî, Başîqa, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de