22:53 26 Îlon 2017
Zindî
    Ferîq Cemal Mizurî

    Sererkanê Pêşmerge Mizurî: "DAIŞ li hemberî lehengiya Pêşmerge li ber xwe nade"

    © Sputnik/ Abdulhakim Günaydın
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 2670

    Operasyona rizgarkirina Mûsilê bi hemû hêza xwe didome, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê îro berê sibehê ji bo kontrolkirina navçeya Başîqa û Bahzanê bi fermandariya Sererkanê Pêşmerge Ferîq Cemal Mizûrî operasyonek da destpêkirin.

    Sererkanê Giştî yên Hêzên Pêşmerge Ferîq Cemal Mizurî derheqê operasyona rizgarkirina Başîqa û Bahzanê de agahiyên dawî ji ajansa Spûtnîkê re vegotin.

    PÊŞMERGE BI SÊ MILAN VE ÊRIŞ BIRE SER BAŞÎQAYÊ

    Sererkanê Giştî yên Hêzên Pêşmerge Ferîq Cemal Mizurî di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "Hêzên Pêşmerge îro berê sibehê bi 3 cepheyan ve dest bi operasyona herêma Başîqayê kir. Niha komelgeha Bahzanê ji terorîstên DAIŞê hatiye paqijkirin û Pêşmerge di 3 mîhwerande rojhilat, bakur û başûr de daxilî navenda Başîqayê bûye. Heta niha bi dehan cesedên wan ketine destê Pêşmerge û 2 milîtan jî bi daxitî dîl hatine girtin. Bi piştgiriya bombebarana balafirên koalîsyona navnetweyî her tişt li gorî plansaziyê birêve diçe."

    Ferîq Cemal Mizurî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hêzên Pêşmerge hemû gund û derdorên herêma Başîqayê rizgarkirine, navçeya Başîqa û Bahzanê jî ji 24ê Cotmehê ve dorpêçkirine. Milîtanên terorîst ên DAIŞê nikarin ji navçeyê derkevin û Hêzên Pêşmergeyan jî ji bo zirar negihîje sivîlan çend rojan li benda wan ma ku bajêr biterikînin."

    TENÊ KOALÎSYONA NAVNETEWEYÎ PIŞTIGIRIYA PÊŞMERGE DIKE

    Sererkanê Pêşmerge Ferîq Cemal Mizurî li hemberî pirsa ‘di operasyona Başîqayê de ji dewletên wekî Tirkiye, Îran, Iraq, û Amerîka kesî piştgiriya Pêşmerge kiriye an? bersivand û got: "Naxêr ne raste di operasyonê de tu dewletek piştgiriyê nade, tenê balafirên hêzên koalîsyona navneteweyî bi bombebaranê alîkariya Pêşmerge dikin."

    DAIŞ ŞIKESTIYE Û NIKARE LI BER XWE BIDE

    Fermandarê Pêşmerge derheqê operasyonên pêşerojê yên derdora Mûsilê de got: "Niha bi vê operaysona dawî Hêzên Pêşmerge gihîştîn rojhilat û bakurê Mûsilê bi dest xistin tenê herêma ku Pêşmerge neçûyê rojava maye, ew jî di rojên pêş de dema wextê wê hat dê plansaziya were kirin û bê rizgarkirin."

    DAIŞ LI HEMBERÎ PÊŞMERGE PIR QELS BÛYE

    Sererkanê Pêşmerge ku operasyona rizgarkirina navçeya Başîqa û Bahzanê kordîne dike di dirêjiya axaftina xwe de got: "Rêxistina terorîst a DAIŞê li hemberî Hêzên Pêşmerge ji destpêke ve jî pir lawaz bû û niha pir qels bûye, êdî hew dikare şer bike. Lewra Pêşmerge bi moralekî gelekî berz û jixwe bawer li dijî wan şer dike û ferî taktik, xwekuj û çareserkirina wesayîtên wan ên bombebarkirî bûye, hêvî dikin hetanî demeke nêz wê bi tevahî werin jinavbirin. Li gorî zanyariyên berdest hetanî niha bi 10an cesedê milîtanên terorîst ketine destê pêşmerge, 2 milîtan bi saxitî hatine girtin û gelek terorîstên din ku di binê avahiyên bombebarana balafirên koalîsyona navnetweyî de mane jî hene û hê ew nehatine jimartin."

    Bi heman mijarî:

    Berpirsê Pêşmerge: Heta 15 rojan Musil rizgar dibe
    Pêşmerge: "Temamê herêma Başîqayê hat rizgarkirin"
    Ji Fermandariya Pêşmerge daxuyaniya encama şerê Mûsilê
    Hêzên Pêşmerge 2 gundên din rizgar kirin
    Hêzên Pêşmerge komek terorîstên DAIŞê dorpêç kirine
    Etîketan:
    Operasyona rizgarkirina Başîqayê, Sererkanê Giştî yên Hêzên Pêşmerge, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Ferîq Cemal Mizurî, Başîqa, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de