04:30 24 Îlon 2017
Zindî
    Pêşmerge - Mûsil Operasyon

    Peşmerge kete nava Başîqayê: 11 terorîst hatin kuştin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    137401

    Li gorî zanyariyên berdest, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de ketin navçeya Başîqayê. 11 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

    Hat ragihandin ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ketin navçeya Başîqayê û 11 milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê kuştin, herwiha 8 xwekujên DAIŞê ku xwestin xwe di nav pêşmergeyan de biteqînin bêbandor kirin.

    Li gorî çavkaniyên herêmî di nava Başîqayê de şer û pevçûnên dijwar diqewimin û di dema pevçûnan de 11 terorîstên DAIŞê hatine kuştin. Herwiha 8 milîtanên terorîst xwestin êrîşên xwekujî pêk bînin lê pêşmergeyan rê nedan û wan jî xwe li ser banan kuştin.

    Fermandarê Hêzên Pêşmerge li eniya Başîqayê Lîwa Behram Yasîn jî got: "Başîqa ji 4 milan ve hatiye dorpêçkirin. Terorîstên DAIŞê yên li gundan jî revîne nava Başîqayê. Tu rêyek nîne ku terorîst bikaribin birevin. Yan dê hemû xwe radest bikin an jî dê bên kuştin."

    Hêzên Pêşmerge di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de îro berê sibehê seet 07.00an dest bi kontrolkirina navçeya Başîqayê û gundên wê kir. Şeva derbasbûyî çeperên rêxistina terorîst a DAIŞê yên nav navçeya Başîqayê, ji aliyê balafirên hevpeymanan ve hate bombebarankirin. Terorîstên DAIŞê ji bo pêşiya bombebaranê bigrin, dest bi şewitanndina petrola reş kirin.

    Li gorî daxuyaniyên fermandarên Pêşmerge, terorîstên DAIŞê di nava Başîkê de gelek tunel kolandine û wesayîtên bombebarkirî amade kirine.

     

    Bi heman mijarî:

    Berpirsê Pêşmerge: Heta 15 rojan Musil rizgar dibe
    Pêşmerge: "Temamê herêma Başîqayê hat rizgarkirin"
    Ji Fermandariya Pêşmerge daxuyaniya encama şerê Mûsilê
    Hêzên Pêşmerge 2 gundên din rizgar kirin
    Hêzên Pêşmerge komek terorîstên DAIŞê dorpêç kirine
    Etîketan:
    Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, Operasyona rizgarkirina Mûsilê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Başîqa, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de