12:18 26 Îlon 2017
Zindî
    Cebar Yawer

    Herêma Kurdistanê hikumeta Iraqê derewand

    © Foto: Basnews
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 34 0 0

    Berdevkê Wezareta Pêşmergeyan Cebar Yawer nûçeya îdiayên şandina 10 milyar dînar ji aliyê Wezareta Darayî ya Iraqê ve ji bo Wezareta Pêşmergeyan deerewand û got "ji me re hîm pere nehatine."

    Li gorî agahiyên NRTyê Berdevkê Wezareta Pêşmergeyan Cebar Yawer îro li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de got, "Ne ew 10 milyar dînar ne jî pereyekî din ji Wezareta Darayî an jî ji Wezareta Bergirî ya Iraqê negihiştiye Wezareta Pêşmerge."

    Hêjayê gotinê ye di hinek çapemeniyan de hatibû ragihandin ku Wezîrê Darayî yê Iraqê Fazlî Nebî gotibû Wezareta Darayî ya Iraqê 10 milyar dînarê Iraqê ji bo Wezareta Pêşmerge û Hikumeta Herêma Kurdistanê şandiye.

    Bi heman mijarî:

    Li Kurdistanê girtina wekilên HDPê hat şermezar kirin
    Serokatiya Herêma Kurdistanê: Girtina HDPiyan cihê metirsiyê ye
    Siyasetmedarên Kurdistanê destserkirina parlementerên HDPê bi tundî şermezar kir
    Partiyên Îslamî yên Herêma Kurdistanê dixwazin hevbeş tevbigerin
    Etîketan:
    şandin, derewandin, pere, Wezîrê Darayî yê Iraqê, Berdevkê Wezareta Pêşmerge, Fazli Nebî, Cebar Yawer, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de