12:44 25 Îlon 2017
Zindî
    Alaya Kurdistanê

    Li Kurdistanê girtina wekilên HDPê hat şermezar kirin

    © AP Photo/ Hussein Malla
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4110

    Li Herêma Kurdistanê li navçeyên Helebce û Koyê gel ji bo girtina Hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag û hinek wekîlên HDPê nerazîbûn nîşan da û girtina wan HDPyiyan şermezar kir.

    Li gorî nûçyeke NRTyê îro 6ê Mijdara 2016a li Helebce û Koyê li dijî girtina hevserok û wekîlên HDPê xwepêşedanek hat lidarxistin. Di xwepêşedanê de girtina hevserok û wekîlên HDPê hat şermezarkirin û ji hikumeta Tirkiyeyê hat xwestin ku ew HDPyî tavilê serbest werin berdan.

    Li gorî nûçeyê Qeymeqamê Helebceyê Xoşyew Nasîh got, "Em girtina hevserok û wekîlên HDPê bi tundî şermezar dikin û em ji YE, Amerîka û Almanya daxwaz dikin ku li dijî vî karê dijdemokrasiyê bisekinin."

    Her wiha beşdarvanekî xwepêşedanê jî ji welatiyên bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê xwest kul i hemberî vê kiryarê dengê xwe bilind bikin û got, "Ev kar ji bo ku Kurdan li her 4 perçeyên Kurdistanê lawaz bikin, tê kirin."

    Tê zanîn ku çend roj berê bi şev polîsan bi ser malên Hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag û bi ser malên hinek wekîlên din ên HDPê de girtibûn û hevserokên HDPê jî di nav de 9 wekîlên HDPê hatibûn girtin.

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş li odeya mêvanan ya girtîgehê dimîne
    Selahattin Demirtaş birin Girtîgeha Edîrneyê
    Kiliçdaroglu li hevjîna Demirtaş geriya
    Tevlî Demirtaş 11 wekîlên HDPê hatin desteserkirin
    Hevserokên HDPê Demirtaş û Yuksekdag hatin girtin
    Etîketan:
    girtin, şermezarkirin, xwepêşedan, Qeymeqamê Helebceyê, Hevserokên HDPê, Xoşyew Nasîh, Figen Yuksekdag, Selahattin Demirtaş, Herêma Kurdistanê, Koy, Helebce
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de