14:52 24 Çile 2018
Zindî
    Polîs

    Komela Îslamî: Bila hevserok û wekîlên HDPê werin berdan

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 21

    Komela Îslamiya Kurdistanê di derbarê girtina hevserok û parlamenterên HDPê de daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê bangewaziya serbestberdana HDPyiyan kir û got, "Bila hevserok û parlamenterên HDPê bilez werin berdan û arîşe û pirsgirêk bi rêya diyalog û aştiyê werin çareserkirin."

    Desteya Siyasî ya Komela Îslamiya Kurdistanê li ser operasyona desteserkirin û girtina hevserokên HDPê û parlamenterên wê daxuyaniyek belav kir.

    Komela Îslamî ya Kurdistanê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew li hemberî desteserkirin û girtina hevserok û parlamenterên HDPê dilgiran û xemgîn in û got, " Em wiha dibîne, ku ev yek rewşa Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê aloz dike û bi giştî li ser rewşa herêmê bandoreke neyênî dike û hêviya destpêkirina proseya aştiyê jî lawaztir dike."

    Komela Îslamiya di dewama daxuyaniya xwe de bangî rayedarên HDPê kir û got, "Bila HDP jî xwe ji her cure bertekan biparêze, da ku nebin sedema aloztirbûna rewşê."

    Komeleyê her wiha di daxuyaniya xwe de bangî hikumeta AKPê jî kir û got divê partiya desthilatdar, AKP û Hikumeta Tirkiyeyê jî divê îro li welatê xwe ji her demê zêdetir li ser çareseriya aştiyane ya pirsa Kurd bifikire.

    Etîketan:
    belavkirin, berdan, parlamenterên HDPê, hevserok, daxuyanî, Komela Îslamî ya Kurdistanê, HDP, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de