20:17 27 Gulan 2018
Goran

Goran: Bila Kurdistan têkiliyên xwe bi AKPê re di ber çavan re derbas bike

© Foto : Malpera Fermî ya Ragihandina Tevgera Goran
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Koma Goranê li Parlementoya Herêma Kurdistanê bangî hikûmeta Herêma Kurdistanê ku têkiliyên xwe bi hikûmeta AKPê re berçav bikin û wiha got," em piştgiriya xwe ji bo doza rewa ya bakurê Kurdistanê re radigihînin û destserkirina hevserok û parlementerên HDPê şermezar dikin".

Koma Goranê li Parlementoya Herêma Kurdistanê daxuyanyek ji bo desteserkirina hevserok û parlementerên HDPê û da. Di daxuyaniyê de destserkirina hevserok û parlementerên HDPê bi tundî hat şermezarkirin û wiha dewam kir: "Ev kar wek hilweşandina hemû îdiayên demokrasî û çareseriya aştiyane ye ji kêşeyên Tirkiyeyê bi giştî û yên kurdan bi taybetî re û bêwatekirina parlementoyê ye."

Herwiha Tevgera Goran bang li parlamentoya welatên demokratîk ên cîhanê, rêxistinên mafên mirovan û kesayetên cîhanê dike û wiha dibêje: "Vî karê nerewa yê hikûmeta AKPê şermezar bikin û guvaşê bixin ser Tirkiyeyê da ku vegere pêvajoya aştî û çareseriya pirsgirêka kurd. Rê nedin ku careke din demokrasiya Tirkiyeyê bi destê desthilata Ak Partiyê bê binpêkirin."

​Ji aliyê din ve, Tevgera Goran bang li desthilata Herêma Kurdistanê kir  ku pêwendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re di ber çavan re derbas bike û li hember vê polîtikaya girtinê jî bê helwest nemîne.

Bi heman mijarî:

HDP: Em tayînkirina qeyûmê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê nas nakin
HDP: Ji filitîna Kulter em şerm nakin tew em serbilind dibin
Duran Kalkan: ‘Dibe ku HDP her kêlîkê ji holê were rakirin'
HDP bo diyarkirina nexşerêya xwe, civîya
Akademîsyenên ji kar hatibûn avêtin serdana HDP û CHPê kirin
HDP bo akademîsyen û mamosteyan name şand saziyên navneteweyî
Etîketan:
hevserok, desteserkirin, GORAN, AKP, HDP, Tirkiye, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de