06:42 28 Gulan 2018
Osman Ocalan

Ocalan bang kir: Ji bo Demirtaş, helwesta xwe nîşan bidin

© Foto: Rûdaw
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Siyasetmedarê kurd Osman Ocalan girtina Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş şibande girtina Abdullah Ocalan û daxwaz kir ku kurd li hember vê yekê bibin xwedan helwest û çeperên demokrasiyê biparêzin.

Birayê rêberê PKKê Abdullah Ocalan û siyasetmedar Osman Ocalan got: "Li Tirkiyeyê ji 15ê Tîrmehê ve şoreşeke îslamî tê kirin. Weke tê zanîn ev şoreş pêwîstî bi kurdan û komên din ên îslamî jî nabîne. Ji aliyekê sîstema Kemalîst ji holê radike û ji aliyê din ve jî mûxalefeta kurdan têk dibe û dixwaze rêya xwe veke.. Bi vî awayî yasayên rejîma xwe ya îslamî disepîne."

Herwiha Ocalan diyar kir ku şoreşa îslamî ya Tirkiyeyê pêwîstî bi beş û cudahiyên din ên civakê nabîne û girtina parlamenrên HDPê jî pêngaveke din ê giring a vê şoreşa îslamî ye.

Ocalan diyar kir, dem ne dema tekoşîna çekdarî ye lê dema berxwedana demokratîk e û wiha axivî:

"Divê li hemû qadan berxwedana demokratîk pêş bikeve. Kurd li Tirkiyeyê, li hemû beşên Kurdistanê û derveyî welat divê berxwedana xwe ya demokratîk bilind bikin û rê nedin ev şoreş kurdan têk bibe. Girtina birêz Demirtaş bi qasî girtina birêz Ocalan giring e. Di kesayeta Demirtaş de Ocalan dubare hate girtin."

Osman Ocalan bûyerên li Tirkiyê şibande şoreşa îslamî ya Îranê û daxuyand, "Rejîma Xumeynî jî hemû mûxalefetên civakî tune kir û bi vî awayî rejîma xwe saz kir."

Ocalan daxwaz kir ku kurd li hember vê yekê bibin xwedan helwest û çeperên demokrasiyê biparêzin.

Herwiha birayê Ocalan derbarê pêvajoya aştiyê de jî axivî û diyar kir ku Dewleta Tirkiyeyê pêvajoya çareseriyê bi dawî kir.

 

Bi heman mijarî:

Salih Muslim: ‘Parçeyek ji qirkirina kurdan e'
Baydemir: 'Em berdewama Mehmet Sincar û Orhan Dogan in'
Siyasetmedarên Kurdistanê destserkirina parlementerên HDPê bi tundî şermezar kir
Berdevkê HDPê: Em ê stûyê xwe xwar nekin
YNK: AKP dijminatiya HDPê dike
KCK:Beriya niha biryara girtinê hatibû standin
Etîketan:
girtin, PKK, Selahadin Demirtaş, Osman Ocalan, Kurdisan, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de