22:38 26 Gulan 2018
Alaya Kurdistanê

Siyasetmedarên Kurdistanê destserkirina parlementerên HDPê bi tundî şermezar kir

© AP Photo / Hussein Malla
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Cigirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, siyasetmedarê navdar Mehmûd Osman, Cîgirê duyem ê Serokên Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê (YNK) Berhem Salih û koma PDK yê Parlementoya Kurdistanê ji bo desteserkirina hevserok û parlamenterên HDPê daxuyanî da.

Talebanî li ser hesabê xwe ya tora civakî ya Twitterê, derbarê desteserkirina hevserokên Partiya Gelan a Demokratîk û 9 parlamenterên HDPê peyamek nivîsî û got: "Desteserkirina Demirtaş û parlamenterên HDPê bi tundî şermezar dikim. Aştî û diyalog tekane rê ye ya çareserkirina nanokiyan e."

​Herwiha Siyasetmedarê navdar Mehmûd Osman li ser hesabê xwe yê Twitterê rexne li destserkirina parlemtnerên HDPê girt û wiha nivîsî: ""Girtina (Hevseorkê) HDPê Selahettin Demirtaş û pêşengên din ên HDPê nayê qebûlkirin û nîşaneke zelal a têkbirina demokrasiyê ye."

Li gorî nûçeya ANFê jî, Parlementerê Goranê Elî Hemê kiryarên dewleta Tirkiyeyê wek "faşîzmeke eşkere li bakurê Kurdistanê" bi nav kir û wiha gotiye: "Dewleta Tirkiyeyê, dîkotatoriyê disepîne. Tiştê tê kirin, bi yek gotinê, faşîzm e û divê gelê kurd li her derê van kiryarên faşîst protesto bike û li dijî wê rabe ser pêyan".

Ji aliyê din ve, Koma PDKê ya Parlamentoya Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku desteserkirina parlamenterên HDPê xizmeta pêvajoya demokrasiyê nake û cihê nîgeraniyê ye.

Di daxuyaniyê de wiha hatibû gotin: "Girtin û desteserkirina hevserokên Partîya Dêmokratîk a Gelan û perlemantarên ser bi vê partîyê ve cihê nîgeraniyê ne. Reftarên wiha bi ti awayî xizimeta pêvajoya dêmokrasiyê nakin û di heman demê de, şer û pevçûn û hevdû qebûl nekirin xizimeta pêkve jiyanê nake.”

Herwiha di daxuayniyê de bang aştî û hevqebûlkirinê hat kirin û wiha hat gotin: ""Em di wê hêvîyê de ne ku zûtirîn dem pirsgirêk bêne çareserkirin û rêya aştiyê dewsa rêyên tundî û hevqebûlnekirinê bigire. Bi hêvîya aşitiyê.”

​Îro 4-11-2016  Hêzên Ewlekariya Tirkiyeyê bi operasyoneke berfireh her du hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattin Demîrtaş û 9 parlamenterên HDPê desteser kirin.


Cîgirê duyem ê Serokên Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê (YNK) Berhem Salih ji hesabê xwe yê Twitterê bangî raga giştî ya cîhanê kir ku tevbigere ji bo Hevserokên HDPê bên berdan û wiha nivîsî: Îkonên demokrasî û aştiyê li Tirkiyeyê hatin destserkirin. Fişar dê têk biçe lê ew ê tundrewiyê zêde bike. Divê cîhan tevbigere ta ku Demirtaş û Serokên HDPê bên berdan".

Parlamenterên Amedê Îdrîs Baluken, Nursel Aydogan, Îmam Taşçier û Ziya Pîr, parlamenterên Şirnexê Leyla Bîrlîk û Ferhat Encu, parlamenterên Colemêrgê Selma Irmak û Abdullah Zeydan, parlamentera Mêrdînê Gulser Yildirim, parlamenterê Enqereyê Sirri Sureyya Onder.

Derbarê parlamenterên HDPê Faysal Sariyildiz û Tugba Hezer de jî biryara desteserkirinê derketiye lê herdu parlamenter li derveyî welêt in.

Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve, bi daxwaza girtinê şandine dadgehê.

Parlamenterê HDPê yê Amedê Ziya Pîr li serdozgeriyê hat berdan.

 

Bi heman mijarî:

Hevserokên HDP û DBPê yên Mûşê hatin desteserkirin
HDP: Ji filitîna Kulter em şerm nakin tew em serbilind dibin
HDP: Em tayînkirina qeyûmê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê nas nakin
Duran Kalkan: ‘Dibe ku HDP her kêlîkê ji holê were rakirin'
HDP bo diyarkirina nexşerêya xwe, civîya
Akademîsyenên ji kar hatibûn avêtin serdana HDP û CHPê kirin
Etîketan:
destserkirin, HDP, Leyla Bîrlîk, Ziya Pîr, Ferhat Encu, Abdullah Zeydan, Selahattin Demirtaş, Qubad Talebanî, Mehmûd Osman, Selma Irmak, Amed, Tirkiye, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de