03:03 26 Gulan 2018
YNK

YNK: AKP dijminatiya HDPê dike

© Foto: PUK MEDIA
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

YNKê bi daxuyaniyeke nivîskî desteserkirinên Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag û parlamenterên HDPê şermezar kir.

Polîtburoya Yekîtiya Niştimanê Kurdistanê (YNK) bi daxuyaniyeke nivîskî, desteserkirina Hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag û 10 parlamenteren HDPê şermezar kir. YNKê di daxuyaniya xwe de desteserkirina HDPîyan wiha dinirxîne: "Hikûmeta AKPê di dewama siyaseta xwe ya binpêkirina demokrasî, azadî û neçareserkirina pirsgirêka mafdar a Kurdistanê bi şêweyekî herî aşkere ketiye nava dijminatiya HDPê de. Her wiha dest bi êrîşa li dijî hevserok, parlamenter û şaredariyên HDPê kiriye. Desteserkirina birêz Selahattin Demirtaş, Figen Yuksekdag û 10 parlamenterên HDPê berdewama vê siyasetê ye."

'BILA AKP VEGERE SER MASEYA DIYALOGÊ'

YNK girtinên siyasetmedarên kurd ên di demên berê de bibîr dixe û dibêje ku çawa beriya niha ev polîtîka biser neket, wê niha jî bisernekeve û bê encam bimîne. Di daxuyaniya YNKê de bang li hikûmeta AKPê jî tê kirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd cardin vegere ser maseya diyalogê.

Bi heman mijarî:

Kiliçdaroglu: "Yê ku bi hilbijartine hatine divê dîsa bi hilbijartinê herin"
Hevserokên HDPê Demirtaş û Yuksekdag hatin girtin
Wezareta Navxweyî: 11 wekîlên HDPê hatin desteserkirin
Tevlî Demirtaş 11 wekîlên HDPê hatin desteserkirin
Etîketan:
AKP, HDP, YNK, Selahattin Demirtaş, Figen Yuksekdag, Herêma Kurdistanê, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de