01:56 21 Çile 2018
Zindî
    Operasyon - Mûsil - Pêşmerge

    DAIŞî çek û teqemeniyên xwe dihêlin û direvin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê çek û teqemeniyên xwe li pey xwe dihêlin û ji Mûsilê direvin.

    Fermandarekî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, ragihand ku milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê bêhêz bûne û di hejmarekî zêde de Mûsilê dihêlên û direvin û ber bi Telaferê û Beacê ve diçin.

    Fermandarê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li eniya Başîkê Lîwa Behram Doskî ji ragihand ku gelek milîtanên terorîst li bajarê Mûsilê direvin û ber bi navçeyên Telafer û Beacê ve diçin, beşek ji wan jî ber bi Sûriyê ve direvin.

    Herwiha fermandar di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ji çend aliyan ve DAIŞ, li bajarê Mûsilê hatiye dorpêç kirin, her diçe jî fişar li ser wan zêdetir dibin û vê demê jî nikarin êrîşî tu eniyan bikin, ji ber şer ketiye navenda Mûsilê, lewma nayê hêvîkirin ku DAIŞ xwe li ber wan hemû fişaran bigre.''

    Fermandarê Pêşmerge di dawiya axaftina xwe de got: "Milîtanên terorîst ê DAIŞî li çend eniyan çek û teqemeniyeke zêde hiştine û reviyane."

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Iraqê di nava Mûsilê de ye
    Di nava Heşdî Şebî de kurd, sunî xristiyan û asûrî li Mûsilê li dijî DAIŞê şer dikin
    Heşda Şebî: Riya di navbera Reqqa û Mûsilê ya DAISiyan hat birîn
    Sputnik çû wê taxa Mûsilê ku Artêşa Iraqê rizgar kir
    Pisporê rûs: Barzanî dikare Mûsilê bi profesyonelî rizgar bike
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Operasyona Mûsilê, Fermandarekî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, Behram Doskî, Mûsil, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de