02:09 18 Tebax 2017
Zindî
    Silêmanî

    Partiyên Îslamî yên Herêma Kurdistanê dixwazin hevbeş tevbigerin

    © Foto: Mekoyê Zêrîn
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Partiyên Îslamî yên Herêma Kurdistanê biryar girtin ku komisyoneke hevbeş ava bikin û civînên hevbeş lidar bixin.

    Tevgera Îslamî ya Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê serdana Navenda Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir. Serdan ji hêla şandeya di bin serokatiya Serokê Yekgirtûya Îslamî Selahadîn Bahedîn de çêbû. Şandeya Yekgirtûyê ji hêla şandeya di bin serokatiya Serokê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Îrfan Ebdulezîz ve pêşwazî kirin.

    'EM DIXWAZIN KOMISYONEKE HEVBEŞ AVA BIKIN'

    Piştî civînê Serokê Meclîsa Cıvata Yekgirtûya Îslamî yê Silêmaniyê Dr. Omer Mihemed û Berdevê Tevgera Îslamî Kamil Mehmûd derketin pêşberî rojnamegeran. Dr. Omer Mihemed di vir de got ku wan di civînê de li ser projeya yekgirtina mala Îslamiyan rawestiyan e û biryar girtine ku tevlî Komeleya Îslamî ya Kurdistanê, her sê alî komisyoneke hevbeş ava bikin. Mihemed armanca vê komisyonê jî wiha aşkere kir: "Armanca me ya sereke ew e ku komîsyonê ji bo hilbijartinên bên ava bikin. Di vî alî de karên cidî hatine kirin."

    'EM DIXWAZIN YEKGIRTINÊ ÇÊBIKIN'

    Berdevkê Tevgera Îslamî Kamil Mehmûd jî diyar kir ku duh serdana Komeleya Îslamî û îro jî serdana Yekgirtûya Îslamî kirine û wiha berdewam kir: "Armanca me ew e ku yekgirtina îslamiyên Herêma Kurdistanê çêbikin. Pêngavên vê di cihê xwe de ne û em dixwazin encamên baş hebe. Xizmetê bi îslamê bike. Her sê aliyên îslamî projeyên xwe heye. Xalen wan yên hevbeş zêdetir in."

    Bi heman mijarî:

    Yekgirtû: Mijara serxwebûnê giringtirîn mijar e
    Yekgirtû dê ji Hikumeta Herêma Kurdistanê vekişe ?
    Komeleya Îslamî: Bila kurd bi awayekî serbixwe petrola xwe bifiroşin
    Komeleya Islamî rexne li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir
    Tevgera Îslamî: 'Doza kurdan rewa ye û dengê wan bi bombebaranê nayê birîn'
    Tevgera Îslamî: 'Kurd mecbûrî serxwebûna Kurdistanê ne'
    Etîketan:
    Tevgera Îslamî ya Kurdistanê, Komeleya Îslamî ya Kurdistanê, Yekgirtû Islamî ya Kurdistanê, Kamil Mehmûd, Dr. Omer Mihemed, Îrfan Ebdulezîz, Selahadîn Bahedîn, Herêma Kurdistanê, Silêmanî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de