06:24 19 Tebax 2017
Zindî
    Kurdên herêma Stavrepolê ya li Rûsyayê

    Pisporê rûs: Barzanî dikare Mûsilê bi profesyonelî rizgar bike

    © Foto
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    1637 0 0

    Rojnamevanên rûs ên navdar û pisporê Rojhilata Navîn Maksîm Şevçenko diyar kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê serokekî berpirsyar e ji cîhana sunî ya misilman û wiha got: "Tenê Tirkiye û Barzanî xwedan hêza profesyonel in ku bikarin Mûsilê ji DAIŞê paqij bikin. Ez ji aliyê teknolojiya leşkerî ya pêşketî ve wiha dibêjim."

    Şevçenko bi Spûtnîkê re axivî û got ku bawer nake, Artêşa Iraqê bikare Mûsilê rizgar bike lê encex Tirkiye û Barzanî bikarin Mûsilê ji DAIŞê paqij bikin.

    Rojnamevanê rûs derbarê Erdogan û bandora wî li ser cîhana sunî de wiha got: Şeva 15ê Temûzê ku hewldana derbeya leşkerî têk çû, ev rastî derket holê: Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îsbat kir ku tenê di sindoqan de lê di xwepêşandanan de jî serokê bi miloyonan kesan e. Erdogan ji cîhanî misilmanên sunî berpirsyar e. Tirkiye navenda xîlafeta îslamî ye. Tirkiye ticarî nehatiye dagirkirin lê Sûriye û Iraq bûne. Tirkiye bi xêra Mustafa Kemal Ataturk û rûdanên giring ên dîrokî her dem serbixwe maye. Tirkiye pêşketinên li Sûriye û Mûsilê bi bi baldarî dişopîne. Pabendiyeke wiha ya Tirkiyeyê heye. Ji ber Tirkiye ji bo bi milyonan misilman giring e. Divê ev wiha bê fêmkirin. Dîrokê peywireke wiha da Erdogan û Tirkiyeyê. Ev rewş ne di destê Erdoganî de ye jî."

    "AMERÎKA NAXWAZE TIRK BEŞDARÎ OPERASYONA MÛSILÊ BIBIN"

    Pisporê rûs axiftina xwe wiha dewam kir: "Eger Mûsil bê stendin, wê çaxê dê rojên dawî yên DAIŞê werin. Mûsil navendeke cidî ya DAIŞê ye. Niha tiştê giring ew e bê kîjan hêz dê Mûsilê vegirin. Bawer nakim hêzên Iraqê bikarin Mûsilê bistînin. Lê hêzên Artêşa Tirkiyeyê bi alîkariya Hêzên Mesûd Barzanî yên Birêveberiya Herêma Kurdistanê dikarin Mûsilê bistînin. Ez li ver behsa zehmetî û hêsaniya operasyonê nakim. Tenê Tirkiye û Barzanî xwedan hêza profesyonel in ku bikarin Mûsilê ji DAIŞê paqij bikin. Ez ji aliyê teknolojiya leşkerî ya pêşketî ve wiha dibêjim. Lê Amerîka li dijî wê ye ku tirk beşdarî vê operasyonê bibin. Dixwazim bala we bikişînim ser vê. Rûsya jî istixbaratê bi Tirkiyeyê re parve dike. Ev hevkariyeke giring e…Heta ev bûyerên xwînî ji ber dewletên rojavayî hatin serê cîhana îslamî. Wek Afxanistanê li Rojhilata Navîn jî wiha bû."

     

    Bi heman mijarî:

    Gersimov û Akar mijara Mûsil û Helebê axivîn
    'Ji Mûsil û Helebê wê pêla penaberan were, şerê etnîkî wê derkevin'
    Tapuyen Mûsil û Kerkûkê di arşîvên Tirkiyeyê de derketin
    Başbug: Ne ji Şêx Seîd bûya, Mûsil dê ya me bûya
    Pûtîn rewşa Mûsil û Helebê gotûbêj kir
    Berdevkê pêşmergeyan: Mûsil wê gav bi gav were rizgarkirin
    Ahmet Turk: ‘Mûsil di herêma kurdan de ye'
    Etîketan:
    operasyona Mûsilê, PÊŞMERGE, DAIŞ, Recep Tayyip Erdogan, Mesûd Barzanî, Maksîm Şevçenko, Afxanistan, Iraq, Mûsil, Sûriye, Tirkiye, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de