17:58 21 Sibat 2018
Zindî
    KCK

    KCKê bang li gelê Kurd û Cîhanê kir

    © Foto: Sosyalist Forum
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi minasebeta Roja Cîhanî ya Kobanî 1ê Mijdarê bangewazîyek kir.

    Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi minasebeta 1'ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobaniyê bi daxuyanîyekê bang kir ku gelê Cîhanê û hemû Kurd li dor berxwedana Şoreşgerên Rojava û gelê Sûriyê kom bibin.

    Hevseroktiya KCK'ê bal kişand ser berxwedana Kobaniyê ya li dijî dagirkirina DAIŞ'ê û got, 1'ê Mijdara 2014'an çalakîyên piştgiriya Kobanîyê li her deverên dinyayê hatin kirin û mirovahîyê li dijî faşîzma DAIŞ'ê li cem berxwedêrên Rojava cihê xwe girt.

    Di daxuyanîya KCK'ê de hate gotin, dê Kurd ti caran Roja Cîhanî ya Kobanîyê 1'ê Mijdarê  ji bîr nekin û bang hate kirin ku bi rûhê çalakiyên piştgiriya Kobanîyê yên sala 2014'an hemû gelê Kurdistanê û dinyayê digel şoreşgerên Rojava û Sûriyê cihê xwe bistînin.

    KCK'ê bal kişand ser serkeftinên Rojavayê Kurdistanê û wiha got:

    "Heger piştgiriya gelan nebûya; û berxwedana dîrokî ya fedayî bi vê piştgiriyê re çênebûya nepêkan bû ev berxwedan bi ser bikeve. Loma jî dê gelê Kobaniyê, Şoreşgerên Rojava û hemû Kurd vê hevkariyê bi minetdarî bi bîr bînin."

    Di beşeke din a daxuyanîyê de hate îdiakirin ku niha Tirkiye tiştê ku nikare bi destê DAIŞ'ê bike bixwe dike û hewil dide daxwazên demokrasî û azadîyê yên gelê Rojava û gelên Sûriyê bifetisîne.

    Bi heman mijarî:

    KCK: ‘AKP li paytexta Kurdistanê êrîşî vîna kurd dike'
    KCK: 'Tirkiye û DAIŞ dijminên Rojava ne'
    KCK: Ji bo dagirkirina Cerablusê qetlîama Dîlokê hate kirin
    KCK: Heke ku dewleta tirk gavê bavêje di yek mehê de pirsgirêk çareser dibin
    KCK: DAIŞ û Dewleta Tirk Îslamê bikartînin
    Etîketan:
    Roja Cîhanî ya Kobanîyê 1ê Mijdarê, Bangewazîya KCK, Rojava, Kobanî, KCK, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de