16:24 20 Sibat 2018
Zindî
    penaber-zarok-alîkariya mirovî

    DAIŞê bi komî zarokên êzidî sinet kirine

    © Sputnik/ Maxim Blinov
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî rizgarkirina gundên dorûbera Mûsilê ji destê DAIŞ’ê, çîrokên xembar ên zilm û zora terorîstan jî derdikevin ronîyê.

    Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di çarçoveya rizgarkirina Mûsilê de, nêzî 100 gund ji destê DAIŞ'ê derxistin. Pêşmergeyan piştî dorpêçkirina 6 rojan 3 gundên li Eniya Nawêran, Tirbze, Faziliye û Omer Kamçî jî kontrol kirin.

    Nîstecihekî gundê Faziliyeyê bi navê Ebu Hacer piştî rizgarbûna gundê wan li ser zarokên êzidî agahîyên balkêş parve kirin.

    Ebu Hacer ji Rûdawê re daxuyakirin ku wî 6 salan li Nexweşxaneya Hensa ya Zarokan a Mûsilê wek karmendekî tenduristîyê kar kiriye û bi çavê xwe dîtiye ku çekdarên DAIŞê çend caran bi komî zarokên kurdên êzidî anîne nexweşxaneyê.

    Ebu Hacer ku bi xwe kurdê şebek e wiha axifî:

    "6 meh bûn çêbûbûn ku DAIŞê bajarê Mûsilê dagir kiribû. Rojekê 2 çekdarên DAIŞê 6 zarokên temenê wan di navbera 7 û 10 salî de anîn. Xwestin wan sinet bikin. Piştre jî bi komî zarok dianîn."

    Ebu Hacer dibêje, wî di serî de nedizanî zarokên ku çekdarên DAIŞê ew dianîn kurd in.

    "Min rojekê li nexweşxaneyê dît ku 2 zarok kurdî diaxivin. Min ji wan pirsî, hûn kurd in? Wan jî got, `erê em Kurd in. Em bêriya malbata xwe dikin, lê DAIŞî dibêjin, heta ku em perwerdeya xwe temam nekin, destûrê nadin em herin malbata xwe bibînin.` Herwiha min zanî ku DAIŞ li gorî xwe wan zarokan perwerde dike."

    Bi heman mijarî:

    Gelek êzidî li Mûsilê li bendî rizgarkirinê ne
    70 jin û zarokên êzidî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin
    Kurdên êzidî di operasyona Mûsilê de di cepheye pêş de şer dikin
    DAIŞ bi sedan jinên êzidî ji Mûsilê direvîne Reqqayê
    "Ciwanên êzidî amade ne û li benda fermana Barzanî ne"
    Etîketan:
    zarokên êzidî, mûsil, êzidî, Kurdên Şebek, Kurdên êzidî, Ebu Hacer, Musil, KURDISTAN, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de