18:06 22 Sibat 2018
Zindî
    Rojnamegerê japonî yê bi navê Kosuke Tsuneoka bi tohmeta pêwendiya wî bi DAIŞê re heye li Herêma Kurdistanê hatiye desteserkirin.

    Rojnamegerê japonî bi tohmeta endamtiya DAIŞê, li Herêma Kurdistanê hate desteserkirin

    © Foto: Twitter
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rojnamegerê japonî yê bi navê Kosuke Tsuneoka bi tohmeta pêwendiya wî bi DAIŞê re heye li Herêma Kurdistanê hatiye desteserkirin.

    Li gorî nûçeya Rûdawê, rojnamegerê japonî yê bi navê Kosuke Tsuneoka bi gumana endamtiya DAIŞê hatiye desteserkirin û lêpirsîna wî tê kirin. Li gorî heman nûçeyê rojnameger Tsuneoka pêwendiyên wî yên xurt li gel çekdarên çeçeni yên di nava DAIŞê de çêbûne û bûye misilman. Tsuneoka piştî bûye misilman navê xwe kiriye Şamîl û demekê li Reqayê maye.

    Rayedarên emnî diyar kirine ku piştî lêpirsîn biqede wê Kosuke Tsuneoka radestî konsolxaneya Japonyayê ya li Hewlêrê bike. Di vê navberê de berdevkê hikûmeta Japonyayê Yashihide Suga diyar kiriye ku ew ji desteserkirina rojnameger agahdar in û sedema desteserkirinê lêkolîn dikin.

    Kosuke Tsuneoka di sala 1972an de ji dayik bûye û weke rojnamegerekî freelance çûye Sûriyê û li bal berpirsên DAIŞê wêne girtiye. Li gorî hin malperên nêzîkî grûpên îslamî yên tundrew, Tsuneoka beriya niha li Cezayir, Efxanistan, Çeçenistan, Pakistan, Tacikistan û Hindistan ê maye.

    Rojnamegerê japonî di meha nîsanê de ji sînorê Tirkiyê derbasî Sûriyê bûye û bi berpirsê koma Cindulşam Ebu Welid Muslim re hevdîtin kiriye. Di sala 2013an de di hin malperên Tirkiyê de hatibû îdiakirin ku Tsuneoka û rojnamegerê japonî Toshifumi Fujimoto beşdarî nav DAIŞê bûne.

    Etîketan:
    rojnameger, Rudaw, Cindulşam, DAIŞ, Yashihide Suga, Ebu Welid Muslim, Toshifumi Fujimoto, Şamil, Kosuke Tsuneoka, Tirkiye, Sûriye, Tacikistan, Pakistan, Çeçenistan, Efxanistan, Cezayir, Herêma Kurdistanê, Japonya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de