13:41 18 Kanûn 2017
Zindî
    Pêşmerge - Saîd Çurukkaya

    “Ew wêneyê tu belav dikî, alîkariya DAIŞê dike”

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku Şêwirmend Hêzên Pêşmerge Sait Çurukkaya di şerê li dijî DAIŞê de birîndar bûbû, wêneyên wî yên xwînî hatibûn weşandin û nivîskarê Nefelê Arif Zêrvan bi nivîsekê rexne li wan tevgeran girtibûn. Nivîskar Zeki Ozmen derbarê weşdaninda wêneyên bi wê şêwazê de ji Spûtnîk Kurdistanê re axivî û diyar kir ku ew kiryar alîkariya DAIŞê dike.

    Nivîskarê kurd Arif Zêrevan derbarê belavkirina "wêneyên xwînî" yên şervanên kurd di şerê li dijî DAIŞê de gotarek di malpera Nefelê de nivîsî û tê de bal kişand ser fedakarî û lehengiya pêşmergeyan û wiha dibêje: "Kurdistan û hemî ferdên miletê kurd rûbirûyê tecribeyeka tarîxî û mezin in. Pêşmergeyên qehreman birîndar dibin û şehîd dibin. Ji herçar parçeyên Kurdistanê mêrxasên kurd berê xwe dane başûrê Kurdistanê û li hemberî dirindetirîn terorîstên cîhanê, li hemberî DAIŞê, şerî dikin."

    Zêrevan di berdewamiya nivîsa xwe de, besha "wêneyên xwînî" yên pisporê pûçkirina mayinan Dr. Sait Çurukkayayî dike.

    "MAFÊ HÎÇ KESEKÎ NÎNE KO WÊNEYÊN XWÎNÎ YÊN PÊŞMERGEYAN BELAV BIKE"

    Nivîskarê kurd teqez dike ku divê her kurd li ber rewşên wiha xweragir be, wan wêneyan parve ne û sedemên wê jî wiha rêz dike:

    1. Mafê hîç kesekî û mafê hevrêyên pêşmergeyên şehîd û birîndar jî nîne ko wêneyên xwînî yên wan pêşmergeyan bêyî destûra wan belav bike.

    2. Pêşmergeyekê birîndar di wî halê xwe yê tengav de destûra belavkirina wêneyên xwînî bide jî çênabe ko em wan wêneyan belav bikin ji ber ew destûr ne di rewşeka normal û ne bi biryareka "saxlem" hatiye dan.

    3. Belavkirina wêneyên xwînî yên pêşmergeyan bi ti rengî qazancekê nade me û tişteka nû li doza me ya rewa zêde nake.

    4. Belavkirina wêneyên xwînî ji aliyê psîkolojîk ve zerereka gelek mezin dide xizm û kesûkarên wan pêşmergeyên ko birîndar bûne û em bi destê xwe careka dî kesûkarên wan pêşmergeyan birîndar dikin.

    5. Terorîstên Daişê dikarin wan wêneyên xwînî yên pêşmergeyan di medyaya civakî de belav bikin û bibêjin ka wan çi anîye serê pêşmergeyên me yên qehreman.

    Derbarê vê Mijarê de, Spûtnîk Kurdistan bi nivîskar û rojnamevan Zeki Ozmen re axivî.

    Ozmen mijar li ser 4 xalan dabeş kir û ew jî wiha bi nav kirin; Etîk, Derûnî, Başûr û DAIŞ

    "XELK DI HEWLDANA TÊRKIRINA ÇAVAN DE YE"

    Di xala etîkê de, nivîskarê kurd behsa du cûreyên rojnamegeriyê, têkiliya wê bi asta perwerdehiyê ya civakê re dike û wiha dibêje: "Qeydeya rojnamevaniyê ew e ku divê wêneyên tên weşandin di warê hîsî de bibandor be lê xelkê şok neke. Eger wêne wê xelkê şok bike û bandoreke neyînî ya derûnî dirûst bike, divê li şûna weşandina wêne bi nivîskî saloxdanê wê were avêtin lê wêne bi xwe neyê weşandin. Lê berevajî vê yekê, xelk di nava hewldana têrkirina çavan de ye. Pirsgirêk ew e ku di rastiya jiyanê de du cûreyên rojnamegeriyê hene. Yek jê rojnamegeriya bi etîk û ya din jî ya xelk dixwaze. Civakên nexwende dixwazin bi çav her tiştî bibînin lê yên xwende amade ne bi xwendinê bi xwe li gor xwe wêneyên bûyeran di serê xwe de biafirînin."

    Leşkerên artêşa Iraqê
    © REUTERS/ Alaa Al-Marjani
    Herwiha nivîskarê kurd têkiliya daxwaza dîtina wêneyên xwînî bi erdnîgariya Rojhilata Navîn ve ku her roj xwîn lê diherike jî diyar dike û wiha dibêje:"Li Rojhilata Navîn piranî dixwazin bûyeran bi çav bibînin, ne bi xwendinê wêneyan di serê xwe de biafirînin.Dema mesele reqabet be, wê demê her dezgeh dixwaze tişta xelk dixwaze, wê nîşanî wan bide. Ev yek bandoreke neyînî li ser exlaq û tabûyên civakê jî dike. Weke nimûne, eger kesek rojane wêne û dîmenên xwîn tê de bibînî, êdî tirsa wî ya dîtina xwînê dişike. Ev yek bes e ku mirov êdî şîdetê jî bike parçeyekî jiyana xwe. Dîtina rojane ya dîmen û wêneyên bi xwîn besî wê yekê ne ku exlaqê civakê yê li dijderketina şîdetê di nava demê de têk biçe."

    "ZAROKÊN WÎ PÊŞMERGEYÎ DÊ QET NIKARBIN WÎ WÊNEYÎ JI SERÊ XWE BIAVÊJIN"

    Ozmen xala duyem ku wek derûnî bi nav kiribû, wiha vedibêje: "Herkes li gor xwe wateyekî li wêne û dîmênên bi xwîn ê dibîne dike. Ya giring ew e kesê wêne yan jî dîmenê wî tê weşandin çi wateyê lê dike. Gelo dixwaze ew di wê rewşê de ji hêla xelkê û bi taybetî malbatê ve were dîtin. Bi taybetî ya herî girîng jî ew e eger wêneyê pêşmergekî yê dema bi xwîn e tê weşandin, gelo di wê kêliyê de malbat, hevjîn û zarokên wî çi difikirin. Eger pêşmergeyekî birîndar be, malbet wê wêne wekî nêzîkbûna wî pêşmergeyî ango endamê malbatê yê nêzîkî mirinê bûye bi lêv bike. Êdi tirs dev ji malbatê bernade. Bi taybetî zarokên wî pêşmergeyî dê qet êdî wî wêneyî nikaribin ji serê xwe bavêjin. Heta hetayê ew wêne wê wekî wêneyê bîranînê yê sereke di hafiza wan de tomarkirî be."

    "ETÎKA HILBIJARTINA WÊNEYAN DIKEVE BIN LINGAN"

    Ji aliyê din ve, rojnamevan Zekî rexneyan li medyaya Herêma Kurdistanê digire, ji ber binpêkirina etîka rojnamegeriyê û wiha dibêje: "Bi taybetî li Başûr niha reqabeteke mezin a medyayê heye. Ev reqabet dibe sedem ku pêşbirka nûçeyên flaş û wêneyên bibandor were jiyandin. Her dezgeh dixwaze bi wêne yan jî dîmenê xwe xwendevanan an jî temaşevanan bikişîne xwe. Ji bo vê yekê jî rêbaza herî hêsan, weşandina wêneyên ku mirovan şok bikin tê hilbijartin. Ev yek dibe sedem ku etîka hilbijartina wêne û dimênên werin weşandin bikeve bin lingan de û bi vî awayî em rojane wêne û dîmenên bi xwîn bibînin."

    "EW METOD, ALÎKARIYA DAIŞÊ DIKE"

    Di dawiyê de, Ozmen wek Zêrevan ihtimala bikaranîna wan wêneyan ji aliyê DAIŞê ji bo propagandaya xwe bi bîr tîne û wiha dibêje: "Metoda sereke ya DAIŞê tirsandina xelkê ye. Bi vê metodê jî nîvê erdê Sûrî û Iraqê kir di bin destê xwe de. Ev tirs jî bi wêne û vîdeoyan belav kir. Anku wêneyê tu belav dikî, alîkariya DAIŞê dike.Weşandina her wêne û dîmenên bi taybetî şervan û pêşmergeyên birîndar dibin alîkariya metoda DAIŞê ya tirsa xelkê ji wê."

     

    Bi heman mijarî:

    (Serrastkirin) Mejiyê Sait Çurukkaya sekiniye, bi cîhazan dijî
    Bi Wêne... Tirkiye laşên sê keçên kurd perçe kirin
    Bi wêne jiyana Tahîr Elçî
    Obama ji pêşmerge wêne xwest!
    TAYBET - WÊNE - Li 4 welatan rewşa kurdan çawa ye?
    Li 37 welatan wêne kişandin û ‘nexşeya jinên delal' derxist
    Etîketan:
    wêneyên xwînî, rojnamevanî, şer, wêne, Pêşmerge, DAIŞ, Zeki Ozmen, Arif Zêrevan, Rojhilata Navîn, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de