08:59 24 Sibat 2018
Zindî
    Hêzên Pêşmerge

    Malbateke amûdî 17 zarokên xwe şandine şerê DAIŞê

    © Foto: Arşîv
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê Amûdê yê Rojavayê, 17 endamên malbata Qerno ya amûdî tev li refên Pêşmergeyên Rojê bûne ta ku li herêma Kurdistanê li dijî DAIŞê şer bikin.

    Gelek ciwanên Rojavayê ji bo şerê li dijî DAIŞê çûne Herêma Kurdistanê û tev li nav refên Pêşmergeyên Rojê bûne.

    Li gorî nûçeya Rûdawê, 17 endamên malbata Qerno ya amûdî tev li Hêzên Pêşmerge bûne û niha li herêma Kurdistanê di şerê Mûsilê de beşdar in.

    Malbata wan ciwanan operasyona Mûsilê kêlîk bi kêlîk dişopîne û dêyên wan ciwanan her ji wan re dia dikin û dibêjin: "Bi qeweta xwedê, ew ê kesî ji DAIŞê nehêlin.  Înşelle ew ê DAIŞê biqelînin. Em bi şev û roj ji wan re dia dikin. Bi xwedê ez melê sibehê ji wan re dia dikim. Hêviya me ma xwedê".

    Herwiha malbata Qerno diyar dike ku ew hêvî dikin, zûtirîn dem şer bi dawî bibe.

    Ji Sibata 2012an de, Pêşmergeyên Rojava yên ku li ser destê Hêzên Zêrevan tên perwerdekirin li herêma Kurdistanê ne û şerê DAIŞê dikin. Heta niha 30 endamên pêşmergeyên Rojê jiyana xwe ji dest daye.

    Hêjayî gotinê ye, Pêşmergeyên Rojê ji 8 tabûran û 2 yekîneyên jinan pêk tên.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Rojava qeza: 3 kes jiyana xwe ji dest dan
    Tirkiyê av qut kir, li Rojava zevî zuha bûn
    Şêwirmenda Esad: Li ber qeyrana Sûriyeyê astengiyek jî çapemeniya welatên Rojava ye
    Senatorê Amerîkayî ji bo Rojava bang li Tirkiyeyê kir: Êrîşan bisekinîne
    Li ser sînorê Rojava ciwanek bi guleyan hate kuştin
    'Navên resen ên gundên Rojava tên vegerandin'
    NY texmîn dike ku wê 50 hezar koçberên Mûsilê biçin Rojava
    Etîketan:
    Malbata Qerno, Zêrevan, Pêşmergeyên Roj, Amûdê, Mûsil, Rojava, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de