00:01 22 Sibat 2018
Zindî
    Heşdî Şebî

    Heşdî Şebî: "Ji bo em girêdana DAIŞê ya Iraq û Sûriyeyê bibirin me operasyon kir"

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêxistina Heşdî Şebî ku di operasyona Mûsilê de tekoşînê bi terorîstên DAIŞî re dike, ji bo girêdana rêxistinê ya Iraq û Sûriyeyê bibire dest bi operasyonê kir.

    Hikmet Durgun

    Operasyona rizgarkirina Mûsilê bi pêşengiya Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê bi hemû leza xwe didome. Yek ji hêza ku li hemberî rêxistina DAIŞê tekoşînê dide baskê Heşdî Şebî Hêzên Seferberiya Gel ji bo girêdana DAIŞê ya Iraq û Sûriyeyê bibire dest bi operasyonê kir.

    Nêzî 120 hezar milîsên Heşdî Şebî hene û di nava wê de elewî, sunî, şie, kurd, tirkmen, xristiyan û ereb cih digirin û ev nêzî 3 sale li Iraqê li hemberî DAIŞê şer dike. Heşdî Şebî ji bo girêdana Iraq û Sûriyeyê bibire û bajarê Telaferê ji destê DAIŞê rizgar bike operasyonan dike.

    DAIŞ JI BER ME DIREVE

    Yek ji fermandarê tirkmen ê Heşdî Şebî Ehmet Aslan di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "Ji bo ku em girêdana Iraq û Sûriyeyê bibirin me bi dest operasyonê kir. Ji herêma Geyyara ber bi Telaferê ve operasyon têne kirin û em gelekî baş bi pêş ve diçin. Armanca birîna girêdanê ji bo ku em paşve çûnên Telaferê ya Sûriyeyê bi dawî bikin. Rêxistina terorîst di şerî de ji ber me reviya û ev li Tikrît, Felluceyê û Seqlawayê jî wiha bû."

    Ehmet Aslan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di operasyona Mûilê de 45 hezar milîsên Heşdî Şebî cih digirin, tevlî artêşa Iraqê hejmara wan digihîje dora 60-65 hezaran. Di nava rêxistina Heşdî Şebî de tuxayên Bedrê, Es Sadr, Hizbullah, Hizbi Şuheda, Katabul Hizbullah û Şehde Şuheda bi tevahî 18 grûb cih digirin. Bi girtina Telaferê rizgarkirina Mûsilê wê hêsan bibe."

    EM DIKARIN LI HER DERÊ ŞERÊ DAIŞÊ BIKIN

    Aslan di dirêjiya axaftina xwe de got: "Din ava Heşdî Şebî de milîsên jin jî cih digirin, lê ew li cepheye paş in, li kudera welat pêwistî bi milîsan hebe diçin wir û şer dikin. Heke wezîfe were dayÎn em dikarin herin Sûriyeyê jî û li wir jî şer bikin. Em amade de ne li her derê şerê rêxistina terorîst a DAIŞê bikin."

    Rêxistinên ku di nava Heşdî Şebî de cih digirin û derdikevine pêş ev in: Grûba Bedrê, Asaib Ahl El Heq, Grûba Muqteda El Sadr, Tuxaya Hizbullah, Tuxayên Seyyid El Şuheda, Tabura El İmam Elî, Hêzên Ebû El Dadl El Ebbas û Tevgera Hizbullah El Nucaba.

    Bi heman mijarî:

    "Tirkiye dixwaze operasyona Reqqayê, piştî yên Mertala Firatê û Mûsilê dest pê bike"
    Artêşa Iraqê derbasî herêma Keramayê ya Mûsilê bû
    Perinçek: Tirkiye têkeve Mûsilê, dê Amedê bide
    DAIŞê bi sedan tûnel li Mûsilê çêkirine ta ku bireve
    Hêzên iraqî li rojhilatê Mûsilê dîsa dest bi operasyonê kirin
    Etîketan:
    Operasona rizgarkirina Mûsilê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Fermandarê Heşdî Şebî, Ehmet Aslan, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de