10:59 20 Hezîran 2018
Pêşmerge - Mûsil Operasyon

Pêşmerge: "Temamê herêma Başîqayê hat rizgarkirin"

© Sputnik / Hikmet Durgun
Kurdistan
Lînkê kurt
0 01

Li gorî zanyariyên berdest Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê temamê herêma bajarokê Başîqayê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê hatiye rizgarkirin, tenê Başîqa maye.

Fermandeyê operasyonên Pêşmerge li Başîqayê Nûredîn Husên Herkî ji malpera fermî ya PDKê re ragihand ku tevahiya gundên bajarokê Başîqayê ji aliyê Pêşmerge ve hatine azadkirin. Tîmên pûçkirina mayin û teqemeniyan niha bi pûçkirina wan re meşqulun.

Nûredîn Husên Herkî her wiha gotiye, pûçkirin û paqijkirina mayinan karekî zehmet e ji ber wê jî pêwîstî bi wext heye. Wî fermandeyê Pêşmerge daye zanîn ku tenê bajarokê Başîqayê maye û ew jî ji aliyê Pêşmerge ve hatiye dorpêçkirin.

Fermandeyê operasyonên Pêşmerge li eniya Başîqayê ev jî gotiye ku terorîstên DAIŞê yên ku tê de asê mane, hinek caran hewl didin birevin lê hêzên Pêşmerge nahêlin. Em li benda fermanê ne da ku derbasî nav bajêr bibin û wir jî azad bikin.

Bi heman mijarî:

Ji Fermandariya Pêşmerge daxuyaniya encama şerê Mûsilê
Hêzên Pêşmerge 2 gundên din rizgar kirin
Hêzên Pêşmerge komek terorîstên DAIŞê dorpêç kirine
Hecî Mahmûd: "Pêşmerge li cephe şehîd dibe hinek kes jî hisabên qoltuxan dikin"
Fermandarê Pêşmerge: Me li xala dawî ya sînor ala xwe bilind kir
Etîketan:
Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Operasyona rizgarkirina Mûsilê, Nûredîn Husên Herkî, Mûsil, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de