Piştî ku Partiya Yekîtiya Niştîmanîya Kurdistan (YNK), bi cudabûna Navenda Biryarê re bû du baskan li ser rewşa rêkeftina navbera Goran û YNK'ê nediyarbûnek derket holê.
Tevgera Goran ev demeke ji ber rewşa ne asayî ya YNK'ê rêkeftina hevbeş rawestandibû ku wan çaverê dikir rewşa navxweyî ya YNK'ê aram bibe.Rêvebira Tevgera Goranê Kwêstan Mihemed ji BasNewsê re da xuya kirin ku ti poşmaniyek ji bo rêkeftina YNK û Goranê tune ye, tenê ji ber nakokiyên navbera her du baskên YNK'ê ew nikarin civînên xwe yên pêwîst digel rêveberiya hevbeş pêk bînin.
Rêvebira Goranê diyar kir, heger pêwendiya her du baskên YNK'ê baş bibe, ji bo pêkanîna xalên rêkeftina hevbeş a YNK û Goranê ew dê dest bi hewildanan bikin.
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)