12:35 25 Îlon 2017
Zindî
    Seîd Çurukkaya

    (Serrastkirin) Mejiyê Sait Çurukkaya sekiniye, bi cîhazan dijî

    © Foto: Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 22110

    Mejiyê Fermendarê Pêşmergeyên xwebexş Dr. Silêman (Sait Çurukkaya) ku berî çend rojan di operasyona Mûsilê de birîndar bûbû, sekiniye û niha bi cîhazan dijî.

    Fermendarê Pêşmergeyî yê xwebexş Dr. Silêman (Sait Çurukkaya) ku berî çend rojan di operasyona Mûsilê de bi giranî birîndar bûbû, îro li Almanyayê mejiyê wî sekiniye û bi cîhazan dijî.

    Hatibû ragihandin ku fermandarê pêşmerge jiyana xwe ji dest daye lê piştî wê wê agahî hatin ku Çurukkaya hîn jiyana xwe ji dest nedaye lê mejiyê wî sekiniye û niha bi cîhazan dijî.

    Pêşmergeyê xwebeş Sait Çurukkaya roja Çarşemê 26ê Cotmeha 2016an, ew û hevalên xwe yên pêşmerge li gundê Tisxiraba Mezin li eniya Başîqayê ketibûn tûnêleke mezin a DAIŞê, piştî nîvro di encama teqîna mayinekê de, bi giranî birîndar bûbû.

    Sait Çurukkaya piştî birîndarbûnê bi rojekê li Hewlêrê li nexweşxaneyê di bin çavdêriya bijîşkan de mabû û duh ji bo dermankirinê bi balafireke ambulans bi timekî bijîşkî re hatibû veguhestin bo bajarê Kolnê yê Almanyayê.

    Mejiyê Pêşmergeyê xwebeş Sait Çurukkaya îro li bajarê Kolnê li nexweşxaneyê îro rawestiya û niha bi cîhazan dijî.

    Herwiha Berî ku birîndar bibe bi demekê ji Spûtnîk Kurdistanê re axivîbû gotibû: "Armanca yekem a Hêzên Pêşmerge yên ku beşdarî operasyona Mûsilê dibin ew e ku herêmên kurdî yên ku li derveyî Herêma Kurdistanê mane ji DAIŞê rizgar bikin û li wê derê bi cih bibin û bes ji wê derê vekişin."

    SAIT ÇURUKKAYA KÎ YE?

    Ew ji xelkê herêma Çewlîgê ye û berî êrişên DAIŞê bi ser Herêma Kurdistanê li Almanyayê dijiya.

    Berî ku tevlî PKK bibe, wî li zankoyê beşê bijîşkiyê dixwend. Pişt re dev ji xwendina xwe berdide û di nava tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê de cih digire.

    Sait Çurukaya Piştî demekê di nava PKKê de dibe fermandarekî payebilind.

    Piştî ku serokê PKK Abdullah Ocalan tê girtin, Sait Çurukkaya ji PKKê cuda dibe û demekê li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê dimîne. Dûre diçe Almanyayê, dibe welatiyên wî welatî û li wê derê xwendina xwe ya zankoyê berdewam dike û beşê pêwendiyên civakî li zankoya Hamburgê temam dike.

    Ji aliyê din ve, duh birayê wî Selim Çurukkaya li ser rûepla xwe ya Facebookê wiha nivîsîbû: "Min du birayên xwe di şerê rizgarkirina bakurê Kurdistanê de şehîd dan, Sait jî ji bo başûr xwe feda kir".

     

    Gava Çurukkaya dibîne Kurdistan rastî êrîşa DAIŞê tê û ketiye xeterê, dest ji her tiştê xwe li Almanyayê ber dide û berê xwe dide herêma Kurdistanê.

    Sait Çurukkaya kincên pêşmergeyan li xwe dike, weke pêşmergeyekî xwebexş diçe sengerên şer û vê carê li Herêma Kurdistanê, di şerê parastina welat de cihê xwe digire. Li wê derê hêzeke pêşmergeyan bi navê Agirî ava dike ku di nava wê hêzê de, pêşmergeyên xwebexş cih digirin. Ew bi xwe wan pêşmergeyan perwerde dike, hem dersên siyasî, hem jî dersên leşkerî dide wan.

    Di nava şer de, ew weke pisporekî pûçkirina mayînên ku DAIŞ çandine kar dike. Bi pûçkirina otomobîlên bombekirî yên DAIŞê ew dikare jiyana bi sedan pêşmergeyan biparêze û wan ji mirinê xelas bike.

     

    Bi heman mijarî:

    Hecî Mahmûd: "Pêşmerge li cephe şehîd dibe hinek kes jî hisabên qoltuxan dikin"
    Fermandarê Pêşmerge: Me li xala dawî ya sînor ala xwe bilind kir
    Pêşmerge, li Başîqayê gundek rizgar kirin û çendên din jî dorpêç kirine
    Times: "Pêşmerge bêtirs terorîstên DAIŞî îmha dike"
    Hêzên Pêşmerge 2 gundên din rizgarkirin
    Chopy: Pêşmerge şehîdan didin, nabe ez albûmeke dîlanê derxînim
    Pêşmerge, di sengerên şer de weşana zindî birî
    Ji Moskovayê piştgiriya Pêşmerge!
    Etîketan:
    xwebexş, bijîşk, pêşmergeyên agirî, pêşmerge, DAIŞ, Mehmet Selim Çurukkaya, Sait Çurukkaya, Koln, Hewlêr, Mûsil, Almanya, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de