12:46 25 Îlon 2017
Zindî
    kurdistan

    Şêwirmendê Serokê Parlementoya Kurdistanê dema referandûmê diyar kir

    © Foto: Cesîm Îlhan
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 221 0 0

    Şêwirmendê Ragihandinê yê Serokê Parlementoya Herêma kurdistanê Tariq Cewher ragihand ku referandûma pêkanîna mafê çarenûsê divê bi hevahengî û gotûbêjên bi Bexdayê re pêk werin û ew mijar jî dê piştî rizgarkirina Mûsilê bên gotûbêjkirin.

    Cewher teqez kir ku "Herêma Kurdistanê beşek ji Iraqê ye û piraniya sazî û partiyên Kurdistanî vî tiştî fêm dikin lewra, d3e mesele piştî rizgarkirina Mûsilê bê gotûbêjkirin.

    Şêwirmendê Ragihandinê yê Serokê Parlementoya Herêma kurdistanê îro  bi Spûtnîkê re axivî û diyar kir, "di vê mijarê de tecrubeyên wek ên Kurdistanê hene ku Skotlenda ya dawî bû ji wan tecrubeyan li gel ku gelê wê nexwest ji Brîtanyayê veqete."

    "BILA SIYASETMEDARÊN IRAQÊ VIYANA GELÊ KURD QEBÛL BIKIN"

    Herwiya Cewher bangî siyasetmedarên iraqî kir ku viyana gelê kurd fêm bikin û qebûl bikin û wiha pê de çû: "Berê axiftina derbarê vê mijarê de dijwar bû û nedihat qebûlkirin lê piştî van rûdanên ku van salên dawî hatin serê Iraqê, rewş guherî. Êdî bû ferz li ser siyasetmedarên iraqî, çi şîî û çi sunî, ku siberoja Iraqê û tehdîdên li ser yekîtiya wê berçav bikin."

    "LIHEVKIRINÊ PÊK NEYÊ, REFERANDÛM DÊ PÊK WERE"

    Ji aliyê din ve, Rayedarê kurd derbarê têkiliyên Bexda û Hewlêrê de jî axivî û wiha got: "Pêdivî heye ku têkliyên Bexda û Hewlêrê ji nû ve werin sazkirin bi awayekî ku serxwebûn tê de giran be. Wek mînak, pêkanîna konfederalîzmê di navbera herêmê û beşên din ên Iraqê de lê eger me li hev nekir, rêyek dimîne, ew jî pêkanîna referandûmê ye. Ji xwe me di sala 2006an de, referandûmeke ne fermî di dema hilbijartinan de pêk anî û encam 98% ji dengderan deng dabû serxwebûnê.

    "BARZANÎ: PIŞTÎ MÛSILÊ SERXWEBÛNÊ DÊ WERE GOTÛBÊJKIRIN"

    Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihandibû ku piştî rizgarkirina Mûsilê ew ê bi Bexdayê re dest bi hevdîtinên sexwebûnê bikin.

    Herwiha Nêçîrvan Barzanî derbarê awayê bidestxistina serxwebûnê de jî wiha axivîbû: "Piştî rizgarkirina Mûsilê, em ê di cih de bi hevparên xwe yên li Bexdayê re serxwebûnê gotûbêj bikin. Piştî sala 2003an me bawer dikir ku dê Iraqeke nû û demokrat çêbibe lê ev bi ser neket."

    "EM NE EREB IN, LÊ EM KURD IN"

    Barzanî axiftina xwe wiha jî gotibû: "Li vir, em ne ereb in lê neteweya me kurd e û divê cîhana navdewletî bi awayekî realîst li vî tiştî binere. Ne Artêşa Iraqê û ne jî polîsên iraqî li nik me tine ne, rojekê dê referandûm pêk were ta ku gel biryarê bide".

    Ji aliyê din ve, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî meha Sibata Îsal ragihandibû ku ew ê referandûmê pêk bînin ta ku serxwebûna herêmê ragihînin.

     

    Bi heman mijarî:

    Ji Parlamentoya Katalonyayê biryara ‘referanduma serxwebûnê'
    Parlementerekî iraqî: Ebadî û Barzanî li ser serxwebûnê li hev kiriye
    Yekgirtû: Mijara serxwebûnê giringtirîn mijar e
    Hecî Mehmûd: Helwesta Bexdayê ji bo serxwebûnê erênî bû
    Felah Mistefa Bakir: Em dixwazin bi Bexdayê re li ser serxwebûnê biaxivin
    Îran: Li Herême Kurdistanê di paşerojê de referandûma serxwebûnê xuya nake
    Barzanî: Referandûma serxwebûnê ji partî û kesan girintir e
    Skoçya ji bo referandûma serxwebûnê dîsa amadehiyê dike
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de