00:54 19 Tebax 2017
Zindî
    Osman Baydemîr

    Baydemîr: Serkeftina Kurdan di yekîtiyê de ye

    © Foto: AA/ Murat Kaynak
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 30110

    Parlamenterê Riha yê HDPê Osman Baydemîr diyar kir ku beriya hemû tiştan pêwîstiya kurdan bi hevgirtin û tifaqê heye û got serkeftina Kurdan di yekîtiyê de ye.

    Parlamenterê Riha yê HDPê Osman Baydemîr li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê di konferansa 6emîn a MERI (Enstîtuya Lêkolîn a Rojhilata Navîn) de axivî û got, "Li Bakurê Kurdistanê dagirkeriyeke mezin heye. Ev sed sal in rejîma Enqere dijminahiya gelê Kurd dike. Duh jî serokên şaredariya Amedê girtin. Wisa diyar e ku dixwazin careke din îradeya gelê Kurd bişkînin."

    Baydemîr diyar kir ku dawî li peymana Sykes Picotê hatiye û anî ziman ku ji bo aramiya Rojhilata Navîn hewceyî bi stratejiyeke nû heye û got ""Stratejiya Enqere, Bexda, Şam û Tehranê heye. Gelo stratejiya Kurdan çi ye? Mixabin, stratejiya hemû aliyan heye lê stratejiyeke me ya hevpar tune ye. Berî sed salan dema sînor hatin diyarkirin, nêrîna Kurdan negirtin. Bila vê carê stratejiya me hebe da ku raya me jî werbigrin."

    'PÊWISTIYA ME BI HEVGIRTINA KURD Û KURDISTANÊ HEYE'

    Osman Baydemîr di axaftina xwe got, "Beriya her tiştî pêwîstiya me bi hevgirtina Kurd û Kurdistanê heye."
    Baydemîr di axaftina xwe de balkişand şerê Hêzên Pêşmerge yê li dijî DAIŞê û got, "Ez bejna xwe li hember hemû şehîdan û şehîdên pêşmerge yên şerê Mûsilê ditewînim, ji birîndaran re şîfa dixwazim."

    Parlamenterê HDPê di axaftina xwe de pêwistiya yekîtiya Kurdan derbirî û got, "Îro çavê hemû parçeyên Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê ye. Serkeftinên parçeyên din dê destkeftiyên Başûrê Kurdistanê mîsoger bikin. Ji ber ku çarenivîsa me bi hev ve ye. Li Bakûrê Kurdistanê azadî mîsoger bibe wê li Başûrê Kurdistanê jî serkeftin mîsoger be."

    Bi heman mijarî:

    Osman Baydemîr: Divê hemû Kurd bibin yek deng
    Osman Baydemîr dê tezmînatê bide Erdogan
    Baydemîr : Wê hesabê kuştina Elçî bidin!
    Baydemîr: Dema cîrantiya bi Tirkan re hatiye
    Baydemîr: ‘Cihê kurdan li parlamentoya Tirkiyeyê nemaye'
    Baydemîr: ‘Agirê Newrozê wê di wijdanan de bibe çirûskê aştiyê'
    Etîketan:
    serkeftin, yekîtî, Kurd, Parlamenterê Riha yê HDPê, Osman Baydemîr, Herêma Kurdistanê, Hewlêr, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de