13:06 21 Tebax 2017
Zindî
    Nêçîrvan Barzanî

    Ji Barzanî bo Mûsilê hişyarî: Em nakevin Mûsilê

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 79110

    Serokwezîr Barzanî ragihand ku ji bo şerekî mezhebi rû nede ew naxwazin Pêşmerge derbasî nav bajarê Mûsilê bibe.

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di axaftina xwe ya îro Çarşemê (26.10.2016) de ku li didara sêyemîn a Peymanegha Lêkolînan a Rojhilata Navîn kir li ser şerê Mûsilê yê berdewam agahiyên girîng dan.

    Serokwezîr Barzanî di panêla ku beşdarî kir de, girîngiya Mûsilê ya di warê siyasî, leşkerî, coxrafî û aborî de ji bo Kurdistanê anî ziman û got, "Lê em naxwazin derbasî nav bajarê Mûsilê bibin, ji ber ku em naxwazin li Mûsilê şerekî tayifî-mezhebî çêbibe."

    PIŞTÎ 25 SALAN CARA EWIL DERBAS BÛN!

    Nêçîrvan Barzanî di berdewamê de destnîşan kir ku di navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de hevrêzî û hemahengiyeke baş heye ku di asteke girîng de ye.

    Barzanî bi bîr xist ku piştî 25 salan bi xêra hemahengiya şerê Mûsilê Artêşa Iraqê bi ser axa Kurdistanê re derbas bûye ku ti kesî ev yek hêvî nedikir.

    PÊŞMERGE GIHÎŞTIYE ARMANCÊN XWE

    Barzanî li ser serkeftinên Hêzên Pêşmerge jî got: "Ew cihên ku ji bo Pêşmerge hatine diyarkirin, heta niha Pêşmerge ew armanc bi awayekî serkeftî bi dest xistine."

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser dahatuya Mûsilê ya piştî operasyonê da zanîn ku, meseleya Mûsilê tenê aliye xwe yê leşkerî nîne, ya girîng ev e ku piştî DAIŞê dê li Mûsilê çi biqewime.

    Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin, ku DAIŞ li Iraqê dirust bûye, ji vê civakê ye û di encama siyaseteke şaş de peyda bûye, ji ber wê jî girîng e ku were zanîn, ka dê pêşeroja vî welatî dê çawa bibe.

    Bi heman mijarî:

    Iraq û Kurdistan ji bo Mûsilê dicivin
    Kurdistan, Amerîka û Iraqê li ser operasyona Mûsilê li hev kirin
    KURDISTAN - Li dijî PKKê sewqiyata leşkerî
    Sûriye belav bibe dê Kurdistan ava bibe
    Etîketan:
    Musil, Peymanegha Lêkolînan a Rojhilata Navîn, Pêşmerge, Nêçîrvan Barzani, KURDISTAN
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de