09:40 18 Tebax 2017
Zindî
    Cabar Yawer

    "Ti kordînasyona pêşmergeyan bi Tirkiye û Iraqê re tine"

    © Foto: Arşîv
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 39 0 0

    Berdevkê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ragihand ku ti hevahengiya wan bi hêzên herêmî yên fermî û nefermî yên Tirkiye û Îranê re tine lê tenê hevahengiya wan bi hêzên federal ên hikûmeta Iraqê re heye.

    Yawer derbarê mijarê de bi Spûtnîkê re axivî û wiha got: Gelek mihwerên fermî hene ku hêzên Pêşmerge û hêzên din ên Herêmê(a Kurdistanê) lê ne. Ê me ti hevahengiya me bi ti hêzên fermî û yên nefermî yên herêmê re tine, ew hêz çi yên Tirkiyeyê bin çi yên Îranê bin. Hevahengiya me tenê bi hêzên federal ên hikûmeta Iraqê re û nûnerên fermî yên Hêzên Hevpeymanê re heye."

    Herwiha rayedarê kurd li ser beşdarbûna hêzên PKKê di şerê Kerkûkê de jî jî axivî û diyar kir ku  Hêzên Pêşmerge û PKKê di şerê Kerkûkê de ti hevahengî yan kordînasyon nekirine.

    Ji aliyê din ve, HPGê daxuyaniyek weşandibû û ragihandibû ku hêzên wan li gel Asayîşa Kerkûkê û Serfermandiya Pêşmergeyan şerê DAIŞê kiriye.

     

    Bi heman mijarî:

    Serokê Kurdistanê: "Bila hemû gelê kurd piştrast be, dê Kerkûk were parastin"
    Rêxistina terorîst li Kerkûk û Mûsilê 22 kes îdam kirin
    Muqteda Sadr gef xwar: Kerkûk bi Kurdistanê ve nayê gir​ê​dan
    KERKÛK - Xwekujên DAIŞê êrîşî kargeha gazê kir
    YNK: Kerkûk beşekî Kurdistanê ye
    Mela Bextiyar: "Şingal jî û Kerkûk jî axa Kurdistanê ye"
    PDK û YNK: ‘Kerkûk xeta sor e'
    Etîketan:
    pêşmerge, PKK, Cebar Yawer, Îran, Tirkiye, Mûsil, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de