12:56 20 Tebax 2017
Zindî
    Ala Kurdistanê

    Fermandarê Pêşmerge: Me li xala dawî ya sînor ala xwe bilind kir

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3110

    Hêzên Pêşmerge di roja 10’an a şerê Mûsilê de 3 gundên stratejîk li bakurê bajar kontrol kirin ku wek xala dawî ya sînorê Herêma Kurdistanê ala Kurdistanê hate bilind kirin.

    Fermandarê Pêşmerge yê li Eniya Bakurê Mûsilê Muqedem Naqî Xurşîd ku li eniya Başîka ye nûçeya 3 gundên stratejik piştrast kir.

    Li gor malpera KDP.info Fermandarê Pêşmerge Muqedem Naqî Xurşîd li ser pêşveçûnên hêzên pêşmerge agahî dan û got, "Hêzên Pêşmerge di 2 rojên borî de, li aliyê bakur baş pêş ve çûne û karîne hersê gundên Hesen Celad, Hesenên û Umer Bêt ji terorîstên DAIŞê paqij bikin. Bi vê yekê jî navçeyeke stratejîk li bakurê Mûsilê ket destê Hêzên Pêşmerge."

    Fermandarê Pêşmerge diyar kir, "Çekdarên DAIŞê ji bilî danîna bombe û mayînan li gundan, nikarin li hember Pêşmerge berxwe bidin û paşde vedikişin."

    Xûrşîd bal kişand ser ku hêzên Peşmerge li xala dawî ya sînorê Kurdistanê ala Kurdistanê bilind kirine û bi vê yekê re jî êdî axa Kurdistanê li wî sînorî bi temamî hatiye rizgar kirin ku tene maye ligel artêşa Iraqê berê xwe bidin navenda bajarê Mûsilê.

     

    Bi heman mijarî:

    KURDISTAN - Li dijî PKKê sewqiyata leşkerî
    Iraq û Kurdistan ji bo Mûsilê dicivin
    Kurdistan, Amerîka û Iraqê li ser operasyona Mûsilê li hev kirin
    Spûtnîk Kurdistan Cejna We ya Qurbanê Pîroz Dike!
    Sûriye belav bibe dê Kurdistan ava bibe
    Etîketan:
    stratejîk, nûçe, Fermandarê Pêşmerge yê li Eniya Başîkayê, sînor, Muqedem Naqî Xurşîd, kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de