07:12 14 Kanûn 2017
Zindî
    Fezile Mistefa

    Pîra kurd: "DAIŞê li ber çavê min serê kurê min jê kir"

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê di roja 10emîn de bi tevlîbûna Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê berdewam e. Sivîlên ku ji rojhilatê Mûsilê direvin xwe dispêrên Pêşmergeyên Kurdistanê û ji wir jî derbasî kampên penaberan dibin.

    Hikmet Durgun

    Pêşmerge - operasyon - mûsil
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Mûsil - Fezile Mistefa ku yek ji niştecihê gundekî Mûsilê ye û ji ber rêxistina terorîst a DAIŞê reviyabû xwe sparte hêzên Pêşmerge. Mistefa çîroka xwe ji nûçegahê ajansa Spûtnîkê re vegot: "Terorîstên DAIŞî di nava gund de li ber çavê min serê kurê min jê kir, gelek zilm, zorî û tahdayî li me kirin."

    JI BER PEVÇÛNAN EM JI MALÊN XWE DERNEKETIN, BÊ NAN Û BÊ AV MAN

    Pîra kurd Fezile Mistefa yek ji kurdên şebek ê gundê Tabzavayê ye û çîroka xwe bi rondikan vegot: "Ez bi 3 zarok û neviyên xwe re bi zor ji gundê Tabzavayê reviyan. Ji gund derdora 130 malbatî reviyan û kes li gund nema. Ji ber şer û pevçûnan em 4 rojan ji mal derneketin û em 4 rojan bê nan û bê av man. Piştî ku terorîstên DAIŞî duhî ji gund derketin em reviyan û me xwe sparte Hêzên Pêşmerge."

    DAIŞÊ ZILMEKE MEZIN LI ME DIKIR

    Mistefa di berdewamiya axaftina xwe de got: "Terorîstên DAIŞî 2 sal berê bi ser gundê me de girt û em gengaz bûn ku li gund bimînin û jiyana xwe berdewam bikin. Di vî 2 salî de DAIŞê zilm û zoriyek mezin li me û li gundiyan kir û em perişan bûn. Hetanî vekirina televîzyon û guhdarkirina mûzikê jî qedexe kiribû, Ji porê me mûyek jî bihata xuyakirin bi qemçiyan ceza dikir. Ji me re digotin divê herkes li gorî hiqûqê îslamî tevbigere an jî em ê wan ceza bikin. Vexwarina cixareyê jî qedexe bû û êvaran li malê me bi dizî vedixwar."

    KURÊ MIN LI BER ÇAVÊ MIN SERJÊ KIRIN

    Fezile Mistefa ku ji yek kurdên şebek e, di dirêjiya axaftina xwe de kuştina kurê xwe bi rondikan vegot: "Kurê min Elî ji bo ku berê di hikûmeta Iraqê de polêsî dikir di nava gund de li ber çavê min serjê kirin, tu gunehê wî tunebû tenê gunehê wî ji bo ku polêsî kiribû. Qet merhamet û xweşbîniya wan tunebû. Min li ber wan kire zare zar û got wî efû bikin, lê qet guh nedane min. Kurê min Elî 30 salî, zewicî û bavê sê zarokan bû."

    Bi heman mijarî:

    'Rizgarkirina Mûsilê wê dawiyê li DAIŞê bîne'
    Amerîka: Dibe operasyona Mûsilê demek dirêj encam nede
    Amerîka: Operasyona Reqqayê dibe piştî operasyona Mûsilê pêk were
    Serfermandariya rûsî: DYAyê li Mûsilê dibistanek bombebaran kir
    Etîketan:
    Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, Operasyona rizgarkirina Mûsilê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Fezile Mistefa, Mûsil, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de