20:23 16 Tebax 2017
Zindî
    Pêşmerge - operasyon - Mûsil

    Pêşmerge, li Başîqayê gundek rizgar kirin û çendên din jî dorpêç kirine

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Li gorî zanyariyên berdest, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de îro sibehê gundê Dêrkê yê bi ser bajarokê Başîkayê ve kontrol kirin.

    Mûsil - Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li Eniya Başîkayê îro berbanga sibê gundê Dêrkê yê bi ser bajarokê Başîkayê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê deranîn û Pêşmerge li herêmê çend gundên din dorpêç kirine.

    Herwiha li gorî çavkaniyên herêmî, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li gel gundê Fazilî çend gundên din jî dorpêç kirine û milîtanên terorîst ên DAIŞê yên li gundê Fazilî alên xwe daxistine xwarê. Tê gotin ev yek nîşan dide ku terorîstên DAIŞê dê ji gund derbikevin.

    Ji 17ê Cotmehê ve operasyona rizgarkirina Mûsilê ku ji aliyê Hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê û bi piştevaniya hêzên hvepeymanan dest pê kiriye di roja xwe ya 10emîn de berdewam e. Di çarçoveya operasyonan de Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê heta niha çend gund rizgarkirine û her diçe hinek din nêzîkî bajarê Mûsilê dibin.

    Bi heman mijarî:

    Times: "Pêşmerge bêtirs terorîstên DAIŞî îmha dike"
    Hêzên Pêşmerge 2 gundên din rizgarkirin
    Chopy: Pêşmerge şehîdan didin, nabe ez albûmeke dîlanê derxînim
    Pêşmerge, di sengerên şer de weşana zindî birî
    Ji Moskovayê piştgiriya Pêşmerge!
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Operasyona rizgarkirina Mûsilê, Artêşa Iraqê, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, Mûsil, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de