21:49 25 Îlon 2017
Zindî
    NHB

    Balafireke Amerîkayê li Hewlêrê ket

    © AP Photo/ Kirsty Wigglesworth, File
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 258 0 0

    Hat ragihandin ku balefireke bêmirov a Amerîkaye li nêzîkî bajarokê Daraşekranê ya ser bi Hewlêrê ve ket.

    Hewlêr - Li gorî zanyariyên berdest ku ji şahidê bûyerê hatine wergirtin îro sibehê Navgîna Hewayî ya Bêmirov (NHB) a Amerîkayê li gundê Bawexelanî ya bajarokê Daraşekran a Hewlêrê, kete nav erdê çandiniyê.

    Şahidê bûyerê da zanîn ku firoke ya Amerîkayê bûye. Herwiha diyar kir ku xelkê gund destpêkê bixwe çûne ser firokeyê û paşî agahî dane hêzên asayîşê.

    Şahidê bûyerê di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku hêzên ewlekariyê gihiştine cihê bûyerê lêkolîn kirine û piştî lekolînê navgîna hewayî bi xwe re birin.

    Hêjayê gotinê ye ku firokeyên bêmirov ên Amerîkayê bi armanca kefş û venêrîna herêmên şer ku bikaribin tevger û hewldana rêxistina terorîst a DAIŞê fêr bibin li ezmanê Herêma Kurdistanê difirin.

    Bi heman mijarî:

    Ji Rûsyayê bo Amerîkayê hişyariya ‘balafira sîxur'
    Rûsyayê îdîayên Amerîkayê derewand: Balafira me li gor pîvanan difiriya
    Rûsya: 'Balafira me bi ser yê Amerîkayê de metirsîya rewşeka xerab çênekiriye'
    Malbata misilman negirtin balafira Amerîkayê
    Li gorî peyka Amerîkayê balafira rûsî bi lêdana moşekê neketiye
    Balafira F-18 ya Amerîkayê li Brîtanya ket
    Etîketan:
    Balafira Amerîkayê, Navgîna Hewayî ya Bêmirov (NHB), Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de