14:36 19 Îlon 2017
Zindî
    Pêşmergeyên jin

    Di operasyona Mûsilê de pêşmergeyên jin di cepheyê herî pêş de şer dikin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 48 0 0

    Operasyona Mûsilê bi hemû hêza xwe didome û peşmergeyên jin ê Kurdistanê di cepheye herî pêş de şerê rêxistina terorîst a DAIŞê dikin. Heta niha Pêşmergeyan gelek herêm ji kontrola terorîstan deranîne.

    Hikmet Durgun

    Mûsil — Di operasyona Mûsilê de nûçegihanê ajansa Spûtnîkê Hikmet Durgun xwe gihande cepheyê Naveran, Xazir û Başîqayê û bi pêşmergeyan re axivî. Berîvan Salihbera 32 salî ku yek ji fermandara pêşmergeyên jin e, di axaftina xwe ya Spûtnîkê de got: "Rêxistina terorîst a DAIŞê pir zêde ji pêşmergeyên jin ditirse û di şer de em di cepheyê pêş de ne. Ev nêzî du sal in em bi DAIŞê re şer dikin. Bi sedan pêşmergeyên me yên jin hene. Heta niha gelek şehîdên me jî çêbûn. Dema terorîstên DAIŞî pêşmergeyên jin dibînin pir ditirsin, li gorî baweriya wan heke ji terefê jinan ve werin kuştin wê necin bihiştê."

    JIN NIKARIN lI CEM WAN BIJÎN

    Fermandara pêşmerge di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji bo ku DAIŞî pir hov in cihê ku ew lê bin jin nikare li wir bijî. Jin li cem wan wekî miriyan in. Em ji bo jiyaneke azad û demokratîk Û ji bo welat, însan û jinên xwe bi terorîstên DAIŞê re şer dikin. Hetanî DAIŞ ji vir paqij nebe em ê şerê xwe bi wan re bidomînin.

    WEKÎ BERE NIKARIN ŞER BIKIN

    Fermandareke din a 27 salî ku ji bo şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê ji Rojhilatê Kurdistanê (Îran) hatiye cepheyê Mûsilê got: "Ji bo şerê li dijî DAIŞê ji Îranê bi dehan şervan hatin cepheyê Mûsilê. Min dê û bavê xwe li Îranê hişt û hatim şerê Mûsilê. Niha em di cepheyê Başîqa û Naveranê de li dijî DAIŞê şer dikin. Ez di pevçûnan de birîndar nebûm, lê me gelek DAIŞî kuştin. Milîtanên terorîst pir ji me ditirsin û ji xwe milîtanên DAIŞî wekî berê jî nikarin şer bikin."

    Bi heman mijarî:

    Memozînî: "Di rojekê de 158 kuştiyên DAIŞê gihîştin Mûsilê"
    Rayedarê Iraqî: Ne rast e ku me di mijara Mûsilê de bi Tirkiyeyê re lihev kiriye
    Serokomarê Fransayê hedefa piştî Mûsilê eşkere kir
    Niştecihên Mûsilê vedigerin gundên xwe
    Wezîrê Berevaniya DYAyê Carter: Tirkiye û Iraq di mijara operasyona Mûsilê de lihev kirin
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Operasyona rizgarkirina Mûsilê, Fermandara jin a Pêşmerge, Bêrîvan Salihber, Mûsil, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de