14:35 19 Îlon 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Serokê Kurdistanê: "Bila hemû gelê kurd piştrast be, dê Kerkûk were parastin"

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4020

    Piştî êrişa bajarê Kerkûke Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek weşand û ragihand ku bila gelê kurd piştrast be, dê Kerkûk were parastin.

    Hewlêr - Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê êrişa duhî ya rêxistina terorîst a DAIŞê li ser bajarê Kerkûkê de daxuyanî da û ragihand ku bi çi nirxekî be jî divê bajarê Kerkûkê were parastin.

    Barzanî di berdewamiya peyama xwe de got: "Ev êriş hewleke bêçare û şikestina rêxistina terorîst a DAŞê li hemberî Pêşmergeyên Kurdistanê li bereyên şer e. Bila hemû xelkê Kerkûk û xelkê Kurdistanê piştrast bin ku dê tevahiya êrişên terorîstan bên şikandin."

    Mesûd Barzanî diyar kir ku wî ferman daye rayedaran da ku tedbîrên pêwîst bo parastina Kerkûkê bigirin. Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê spasiya kesên di kontrolkirina Kerkûkê de alîkariya hêzên ewlehiyê kirine kir û sersaxî jî ji mlbaten şehîdan re û şîfa jî ji birîndaran re xwest.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî dîsa serdana xwe ya Îranê bi paş xist
    Sîrwan Barzanî: DAIŞ bi tirsonekî sengerên xwe diparêze
    Barzanî: Çavê Kurdan ne li axa tu kesî ye
    Barzanî pêşwaziya Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî kir
    Abadî û Barzanî li Bexdayê hatin ba hev
    Etîketan:
    Asayîşa bajarê Kerkûkê, Êrişa rêxistina terorîst a DAIŞê, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de