14:44 19 Îlon 2017
Zindî
    Necmedîn Kerîm

    Necmedîn Kerim: "40 kes şehîd û 80 jî birîndar bûn"

    © Foto: fb
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 116710

    Waliye Kerkûkê Necmedîn Kerîm ragihand ku li bajare Kerkûke di şerê duhî û îro de 40 kes şehîd bûne û nêzîkî 80 welatî jî birîndar bûn.

    Kerkûk — Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm derbarê şer û pevçûnên duh û îro yên li bajarê Kerkûkê peyameke vîdyoyî ragihand ku roja 21ê Cotmehê nêzîkî 35 heta 50 terorîstên DAIŞê êrşî Kerkûkê û navçeya Dubizê kirine û got: "Terorîstan xwestin avahiya walîtiye, partiyên siyasî û hinek binkeyên polêsan kontrol bikin. Lê ez pîrozbahiyê li hêzên ewlehiyê dikim ku rê nedan ev armanca terorîstan pêk bê."

    PLANA TERORÎSTAN BISER NEKET

    Kerîm diyar kir ku beriya êrişê agahiya wan hebûye ku dê êrişek bê kirin û lewma jî di civata walîtiyê de jî gotine ku divê tedbîrên pêwîst bên wergirtin û got: "Piştî şikestina li eniyên şer dihate hêvîkirin ku terorîst êrîşeke wiha bikin. DAIŞî li navçeya Dubizê ketine Santrala Elektrîkê û hejmareke karmend kuştin. Bi giştî 40 şehîd û 80 birîndarên me hene. Plana terorîstan biser neket."

    Necmedîn Kerîm bal kişand ser hebûna nêzîkê 600 hezar koçberan li Kerkûkê û got: "600 hezar kes ji navçeyên naverastê Iraqê hatine Kerkûkê. Em daxwaz ji rayagiştî ya navdewletî dikin ku ji bo van koçberan alîkarî bidin Kerkûkê û Herêma Kurdistanê. Dibe ku di nava bajêr de hê jî xaneyên veşartî hebin. Êrişa terorîstan bi temamî hate têkbirin û niha rewşa bajêr di bin kontrolê de ye. Ez bang li hemwelatiyan dikim ku alîkariyê bidin hêzên ewlekariyê."

    Bi heman mijarî:

    Tevgera Azadî: Destê Tirkiyeyê di êrişa Kerkûkê de heye
    Li Kerkûkê dîsa şerekî dijwar dest pê kir: 11 DAIŞî hatin kuştin
    Kosret Resûl: Li Kerkûkê metirsiya DAIŞê ji holê rabû
    Fermandarê Cepheya Kerkûkê yê PKKê: Em bo parastina gelê xwe li vir in
    "Balafiran 15 jin li Kerkûkê kuştin"
    Etîketan:
    Di şer de 40 kuştî û 80 birindar, Waliyê Kerkûkê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Necmedîn Kerîm, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de