08:47 23 Îlon 2017
Zindî
    Kerkûk, Başûrê Kurdistan

    Li Kerkûkê dîsa şerekî dijwar dest pê kir: 11 DAIŞî hatin kuştin

    © Foto: BasNews
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 119 0 0

    Hat ragihandin ku li navenda bajarê Kerkûkê di navebera hêzên ewlehî û terorîstên DAIŞê de careke din şer dest pê kiriye. Hêzên asayîşê dora avahiya ku terorîstên DAIŞî xwe veşartine girtine.

    Kerkûk — Piştî şer û pevçûnên giran ên duh ên li Kerkûkê, hêzên ewlekariyê lêgerîn û kontrolên tax û malan berdewam dikin. Îro li taxa Domîzê ku piraniya wê taxê erebnişînin, komek terorîstên DAIŞê di nava dibistanekî de hatin dîtin û Hêzên Lîwaya Teybet a Kosret Resûl dora dibistanê girtin û pevçûnan dest pê kir. Li gorî agahiyan di nava dibistanê de 11 terorîst hebûne û 3 ji wan xwe teqandin û 8 terorîstên din jî hatin kuştin.

    Duhî komek terorîstên DAIŞê demjimêr 03.30ê sibêya roja înê bi dizî ketin nav bajarê Kerkûkê, navçeya Dubizê û çend gundekî vê herêmê.

    Terorîstan li navenda Kerkûkê xwestin baregahên polêsan yên Domîz û Edeleyê, avahiya parêzgariyê, avahiya rêveberiya kevin a polêsan, avahiya polÊsên hawarhatinê kontrol bikin. Lê piştî ku li van navendan rastê berevaniya hêzên ewlehiyê hatin, terorîstan berê xwe dane otêl, mizgeft û hêlînxaneya zarokan. Pevçûnên di nav bajêr de ji destpêka sibê heta derengiyên êvarî berdewam kiribûn.

    Ji aliyê din ve Rêveberê Polêsên Navçe û Qazayên Kerkûkê Serhed Qadir ragihand ku îro danê sibê li nêzîkê gundê Mûbarek Rehman a ser bi bajarokê Leylan a Kerkûkê, komek terorîstên DAIŞê hatine dîtin.
    Qadir got: "Hejmara koma terorîstan 11 kes bûn. Ew terorîst bi dizî ketibûn nav bajarê Kerkûkê û piştî pevçûnên duhî ji bajêr reviyabûn. Di dema pevçûnan de 3 ji wan xwe teqandin, 8 terorîst jî bi guleyên pêşmerge hatine kuştin."

    Bi heman mijarî:

    Kosret Resûl: Li Kerkûkê metirsiya DAIŞê ji holê rabû
    Fermandarê Cepheya Kerkûkê yê PKKê: Em bo parastina gelê xwe li vir in
    "Balafiran 15 jin li Kerkûkê kuştin"
    Balafirên şer li Kerkûkê li çeperên Pêşmerge xistin
    Pêşmerge: Rewşa Kerkûkê di bin kontrolê de ye
    Etîketan:
    Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de