22:19 24 Îlon 2017
Zindî
    Kosret Resûl

    Kosret Resûl: Li Kerkûkê metirsiya DAIŞê ji holê rabû

    © Foto: Pukmedia
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî ragihand ku DAIŞê plan danîbû ku bi zêdetirî 100 çekdaran êrişî nav bajêr bike û got "lê em rê nadin vê yekê."

    Navenda Nûçeyan — Kosret Resûl Elî îro ji bo kontrolkirina rewşa bajêr bi hêzeke taybet çû Kerkûkê û li vir civîneke çapemeniyê lidar xist.

    Resûl di civînê de diyar kir ku Hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê êrişên DAIŞê têk birine û niha ji %90ê aloziyên li Kerkûkê hatine kontrolkirin û metirsiya DAIŞê ji holê hatiye rakirin.

    Resûl di axaftina xwe de balkişand ser plana êrîşa DAIŞê ya îro li Kerkûkê kir û got, "plana DAIŞê ew bû ku bi zêdetirî 100 çekdaran êrişî bajêr bike û piştre şaneyên nihênî yên wan di nav bajarê Kerkûkê de rabin û alîkariyê bidin êrişkaran."

    'DAIŞ DIXWAZE BI VAN ÊRÎŞAN FIŞARÊN LI SER MÛSILÊ KÊM BIKIN'

    Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn ku Hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê ev plana DAIŞê têk birine û dest nîşan kir ku DAIŞ dixwaze bi van êrişan fişarên li ser Mûsilê kêm bikin.

    Resûl behsa operasyona kontrolkirina navçeya Hewîce ya Kerkûkê jî kir, ku ew navçe hîn di bin kontrola DAIŞê de ye, û di derbarê vê mijarê de got piştî operasyona rizgarkirina Mûsilê wê operasyona kontrolkirina Hewîceyê were destpêkirin.

    Resûl herwiha derbirî ku Hewîce ji bo bajarê Kerkûkê metirsî ye.

    Bi heman mijarî:

    Pêşmerge: DAIŞ êdî şer nake tênê êrişan pêk tîne
    Balafirên şer li Kerkûkê li çeperên Pêşmerge xistin
    Pêşmerge: Rewşa Kerkûkê di bin kontrolê de ye
    HPG û Pêşmerge li Kerkûkê operasyona hevbeş lidar xistin
    ‘Ji bo alîkariya Pêşmerge, hêzeke HPGê gihişte Kerkukê’
    Etîketan:
    ji holê rabûn, metirsî, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, Hêzên Pêşmerge, DAIŞ, Kosret Resûl Elî, Hewîce, Mûsil, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de