18:33 20 Tebax 2017
Zindî
    Pêşmerge - operasyon - Mûsil

    Pêşmerge: DAIŞ êdî şer nake tênê êrişan pêk tîne

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 133 0 0

    Fermandarê Pêşmerge Nevan Salih ragihand ku êdî DAIŞ şer nake, tenê bi wesayîtên bombebar kirî, çalakiyên xwekujî pêk tîne û kemînên bombeyî bicih dike.

    Hikmet Durgun

    Mûsil — Di çerçoveya operasyona Mûsilê de Hêzên Pêşmerge li Eniya Naveranê ev du rojên pêşve diçin, îro jî 2 gund ji rêxistina terrorist DAIŞê rizgar kirin. Di şer de 12 terorîstên DAIŞê hatin kuştin, pêşmergeyekî jî di encama teqîna mayinê de jiyana xwe ji dest da.

    Wesayîtên bombe barkirî, tankşikêndinê Mîlanê û doçkayên DAIŞê hatin îmxakirin.

    Fermandarê Pêşmerge Nevan Salîh derbarê şer de ji Sputnîkê re axivî û diyar kir ku di çerçoveya operasyona Mûsilê de li dijî DAIŞê li eniya Naveranê ji dûh de dest bi êrişan kirine û wiha pê de çû: ‘Bi hezaran pêşmerge beşdarî operasyonan bûne û niha pêşdetirên planan pêşve diçin. Me ji dûh de 7 gund ji DAIŞê rizgar kirine.

    Di gund de 4 wesayîtên bombebar kirî îmxa kirin. Balafirên hêzên hevpeyman li herêmê çeperên DAIŞê bi dijwarî bombebaran dikin. Êdî DAIŞ şer nake, tenê bi wesayîtên bombebar kirî, çalakiyên xwekujî pêk tîne û kemînên bombeyî bicih dike.'

    Fermandar Salih eşkere kir ku cihên ji aliyê pêşmerge ve hatine rizgar kirin dê êdî bernedin. Artêşa Iraqê demek nêz de dê bikeve navenda Mûsilê. Herwiha Salih destnîşan kir ku armanca wan ew e herêmên xwe rizgar bikin, him jî ji Artêşa Iraqê re rê vekin. Me li eniya Hazirê vê yekê kir, Artêşa Iraqê ji cihên ku me rizgar kir ve derbas dibin û ber bi Mûsilê ve diçin.

    Bi heman mijarî:

    NY: DAIŞ li Mûsilê 550 malbatî wek mertalê zindî bikar tîne
    HPG û Pêşmerge li Kerkûkê operasyona hevbeş lidar xistin
    ‘Dibe ku DAIŞ li Mûsilê çekên kimyewî bikar bîne'
    ‘Ji bo alîkariya Pêşmerge, hêzeke HPGê gihişte Kerkukê’
    Etîketan:
    rizgarikirin, , vekirin, şer, operasyon, bombe, êriş, DAIŞ, Sputnik, Nevan Salih, Mûsil, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de