20:32 17 Tebax 2017
Zindî
    Nadia Murad Basee Taha

    Balyoza Niyetên Pak êrîşên Tirkiyeyê şermezar kirin

    © Foto: Poste de Veille
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10830

    Balyoza Niyetên Pak ya Neteweyên Yekbûyî û keça êzidî Nadya Murad êrîşên Artêşa Tirkiyeyê li ser kurdên rojavayê şermezar kir.

    Navenda Nûçeyan - Balyoza Niyetên Pak a Neteweyên Yekbûyî Nadya Murad ji hesabê xwe yê fermî yê Twitterê êrîşên Artêşa Tirkiyeyê li ser kurdên Rojavayê şermezar kirin.

    Herwiha Muradê teqez kir ku ev êrîşên Tirkiyeyê DAIŞê xurt dikin. Balyoza NYyê di tweeta xwe de wiha got: Ez bi tundî êrîşên Tirkiyeyê li ser kurdên Sûriyeyê şermezar dikim. Êrîşên wiha tenê DAIŞê xurt dikin û hemû xebatên me ji bo bidawîkirina terorîzmê qels dikin."

    Keça êzidî derbarê erîşên DAIŞê yên îro li ser Kerkûkê pêk anîn jî wiha got: "Ez sersaxiyê ji malbatên 11 karkerên li Kerkûkê hatin kuştin. Karekî lehengî ji polîs, pêşmerge û sivîlan di paşvedehfandina DAIŞê de."

    ​Nadya Mûrad ji hêla DAIŞê ve hatibû revandin û beriya du salan ji destê rêxistinê reviyabû. Mûrad di 17ê Îlona 2016an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve wek Balyoza Niyetên Pak a NYyê hatibû hilbijartin.

    Bi heman mijarî:

    Nadya Mûrad Xelata Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê stand
    Parêzera Nadya Mûrad, Amal Clooney: Haya min ji xetereyên dozê heye
    Keça Êzidî Nadya Mûrad bû Balyoza Niyetpak a NYyê
    Du çekdarên Lîwa Sultan Mûrad hatin girtin
    Keça êzidî Nadia Mûrad bi Ban Ki Moon hevdîtinek kir
    Îdia Mûrad Karayilan li AKP'e mezel dide vekirin
    Etîketan:
    êrîşên Tirkiyeyê, NY, Nadya Mûrad, Sûriye, Kerkûk, Tirkiye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de