11:06 17 Tebax 2017
Zindî
    Balafir

    "Balafiran 15 jin li Kerkûkê kuştin"

    © Sputnik/ Maxim Shemetov
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 34610

    AFPê ragihand ku hinek balafirên nediyar şîneke li başûrê bajarê Kerkûkê bombebaran kiriye û di encamê de 15 jin hatine kuştin.

    Navenda Nûçeyan -Malpera ajansa nûçeyan AFPê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, çavkaniyên leşkerî û bijîşkî gotiye ku balafirên şerî êrîşî şînekê li başûrê Kerkûkê kiriye û di encamê de 15 jinan jiyana xwe ji dest daye.

    Herwiha hesabekî Twitterê nêzîkî Eniya Turkmenan ragihand ku balafirên hevpeymanê êrîşî herêma Hûseyiniyê ya navçeya Daqûqê ya başûrê Kerkûkê kiriye û di encamê de 30 jin û zarok hatine kuştin.

    Hîn ti daxuyaniyeke fermî derbarê vê nûçeyê nehatiye dayîn û agahî nehatine bidestxistin bê balafir ên kê ne.

    "BIRÊVEBIRÊ TELEVZYONA TURKMENELÎ JÎ LI KERKÛKÊ HAT KUŞTIN"

    Ji aliyê din ve, kadroya televizyona Turkmenelî li bajarê Kerkûkê di nava şerê navbera hêzên pêşmerge û milîtanên DAIŞê de ma.

    Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li nêzîkî avahiya Parêzgariya Kerkûkê, nîşangirên DAIŞê gule bera tîma televizyonê dane û di encamê de birêveberê nûçeyan ê televizyonê Ehmed Necmeddîn Haceoxlû hat kuştin û birêveberê televizyonê Suheyil Kasim hat kuştin.

     

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê Cepheya Kerkûkê yê PKKê: Em bo parastina gelê xwe li vir in
    Pêşmerge: Rewşa Kerkûkê di bin kontrolê de ye
    HPG û Pêşmerge li Kerkûkê operasyona hevbeş lidar xistin
    Dergehên hemû mizgeftên Kerkûkê hatin girtin
    DAIŞê bi xwekuj û wesayîtên bombebarkirî êrişî Kerkûkê kir: 12 kuştî û gelek birîndar
    Ebadî Serdana Kerkûkê dike
    Li Kerkûkê çekên biguman hatin bidestxistin
    Etîketan:
    Turkmenelî tv, AFP, Suheyil Kasim, Ehmed Necmeddîn, Daqûq, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de