18:36 20 Tebax 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî û Hesen Rûhanî

    Barzanî dîsa serdana xwe ya Îranê bi paş xist

    © Foto: KRD
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 33 0 0

    Li gorî zanyariyên berdest, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana xwe ya Îranê ji ber operasyona Mûsilê dîsa bi paş xistiye.

    Hewlêr — Parlamentera PDKê li parlamentoya Iraqê, Eşwaq Caf ragihand ku biryar bû Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî vê mehê serdana Îranê bike lê ew serdan hatiye paşxistin. Sebeba vê yekê jî destpêkirina şerê azadkirina Mûsilê ye. Ji bo ku Barzanî di şer de fermandehiya Pêşmerge û operasyonê dike lewma serdana wî bo Îranê hatiye paşxistin.

    Eşwaq Caf di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku kordîneyek baş di navbera Serok Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de heye û got: "Ji ber wê yekê ez bawer nakim heta ev şer negihîje encamekê Barzanî serdana Îranê bike."

    Parlamentera PDKê di dirêjiya axaftina xwe de ragihand ku Dîwana Serokatiya Kurdistanê wê guhertinên ku serdana Barzanî bo Îranê de hatine kirin, ji raya giştî re parve bike.

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî beriya niha bi demekê ragihandibû ku Îranê bi fermî bangî wî kiriye û wî jî qebûl kiriye ku serdana wî welatî bike.

    Bi heman mijarî:

    Sîrwan Barzanî: DAIŞ bi tirsonekî sengerên xwe diparêze
    Barzanî: Çavê Kurdan ne li axa tu kesî ye
    Karayilan: 'Birêz Barzanî xwest em Pêşmerge derbasî Şengalê bikin, me alîkarî da'
    Barzanî pêşwaziya Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî kir
    Dezgeha Barzanî alîkariyê li mûsiliyan belav dike
    Etîketan:
    Barzanî serdana xwe ya Îranê bi paş xist, Serokê Herêma Kurdistanê, Parlamentera PDKê li parlamentoya Iraqê, Eşwaq Caf, Mesûd Barzanî, Îran, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de