03:48 21 Tebax 2017
Zindî
    Hêzên Pêşmerge

    Pêşmerge: Rewşa Kerkûkê di bin kontrolê de ye

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 40 0 0

    Piştî êrîşa ji nişkê ve ya DAIŞê vê sibehê li ser avahiyên dewletê pêk anîn, Hêzên Pêşmerge ragihand ku rewşa bajarê Kerkûkê êdî di bin kontrolê de ye.

    Navenda Nûçeyan — Birêveberê polîsan ê parêzgeha Kerkûkê ragihand ku hemû DAIŞiyên êrîşî navendên ewlekariyê kiribû hatine kuştin.

    Li gorî nûçeya Rûdawê, Birêveberê polîsên hawarçûnê Danyal Cebar diyar kir ku balafirên hevpeymana navdewletî li wê avahiyê xistiye ya ku DAIŞê xwe tê de veşartibû.

    Ji aliyê din ve, tank û navgînên zirxî hotela navenda bajarî ya li kolana Mecîdiyeyê ku DAIŞî ketibûn dorpêç kir.

    Ev êrîşa DAIŞê di wê demê de pêk hatiye ya ku operasyona Mûsilê ji aliyê Hêzên Pêşmerge û Hêzên Artêşa Iraqê ve berdewam dike.

     

    Bi heman mijarî:

    KERKÛK - Xwekujên DAIŞê êrîşî kargeha gazê kir
    Muqteda Sadr gef xwar: Kerkûk bi Kurdistanê ve nayê gir​ê​dan
    YNK: Kerkûk beşekî Kurdistanê ye
    Mela Bextiyar: "Şingal jî û Kerkûk jî axa Kurdistanê ye"
    KERKÛK - DAIŞê êrişî pêşmerge û PKKê kir
    Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê: Divê Kerkûk bi ser Kurdistanê ve bê girêdan
    KERKÛK - Rewşenbîrên kurd: Bila Kongereya Neteweyî bê lidarxistin
    Etîketan:
    êrîşa Kerkûkê, Pêşmerge, DAIŞ, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de