20:38 16 Tebax 2017
Zindî
    Endamên PKKê û Pêşmerge li Kerkûkê

    HPG û Pêşmerge li Kerkûkê operasyona hevbeş lidar xistin

    © Foto: Twitter
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 368 0 0

    Endamên HPG/YJA STARê û hêzên Pêşmerge li Kerkûkê li hemberî terorîstên DAIŞê, operasyona hevbeş lidar xistin. Di encama operasyonê de gundê Karatepeyê hate rizgarkirin.

    Kerkûk — Piştî ku DAIŞê di saetên sibê de êrîş bir ser hin deverên Kerkûkê Pêşmerge dest bi operasyonê kir û endamên HPG û YJA STARê jî piştgiriya wan kir. Li gundê Karatepe yê li rojavayê Kerkûkê dikeve, Pêşmerge û endamên HPG/YJA STARê operasyoneke hevbeş li hemberî terorîstên DAIŞê lidar xistin.

    'LI HIN DEVERAN ŞER DEVAM DIKE'

    Li gorî zanyariyan piştî şerekî dijwar di navbera hêzên hevbeş ên kurd û DAIŞê de, hêzên kurd êrîşa çeteyan têk bir û kontrol bidest xistin. Li navenda Kerkûkê, li derdora Keleha Kerkûkê, navenda berê ya polîsan û mizgeftê de şer di navbera hêzên kurd û terorîstan de berdewam dike.

    Di vê navberê de Ajansa Nûçeyan a Feratê (ANF) vîdeoyek belav kir ku tê de endamên HPG/YJA STARê û hêzên Pêşmerge, di heman çeperê de li hemberî DAIŞê şer dikin.

     

    Bi heman mijarî:

    Dergehên hemû mizgeftên Kerkûkê hatin girtin
    DAIŞê bi xwekuj û wesayîtên bombebarkirî êrişî Kerkûkê kir: 12 kuştî û gelek birîndar
    Etîketan:
    DAIŞ, Pêşmerge, YJA STAR, HPG, ANF, Keleha Kerkûkê, Karatepe, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de