00:50 19 Tebax 2017
Zindî
    Kerkûk, Başûrê Kurdistan

    Dergehên hemû mizgeftên Kerkûkê hatin girtin

    © Foto: BasNews
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 32 0 0

    Weqfa Sunniyan ya Kerkûkê ragihand ku dergehên mizgeftan hatine girtin û nimêja îniyê jî dê neyê kirin heta ku rewşa ewlehiyê diyar bibe.

    Kerkûk —Hat ragihandin ku piştî êrîşên DAIŞê li ser bajarê kerkûkê û şer û pevçûnên li wê derê, nimêja îniyê dê nayê kirin.

    Terorîstên DAIŞê îro saet 03.30ê danê sibê êrîşî avahiya parêzgariyê, birêveberiya kevin a polîsan, baregaha asayîşa Kerkûkê û çend dibistan, mizgeft û hotêlekî kiriye.

    Ji aliyê din ve, hat ragihandin ku parêzgarê Kerkûkê gotiye rewşa ewlekariyê li tevahiya bajarî di bin kontrola hêzên ewlekariyê de ye û tenê çend xwekujên DAIŞê xwe di nava mizgeftekê û çend avahiyên bilind veşartiye û niha ew jî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine dorpêçkirin.

    Herwiha Necmedîn Kerîm diyar kir ku hejmareke zêde yê koçberan hatine hemû bajarên Herêma Kurdistanê û metirsî heye ku di nava wan de çekdarên DAIŞê jî hebin.

    Bi heman mijarî:

    Rêxistina terorîst li Kerkûk û Mûsilê 22 kes îdam kirin
    Muqteda Sadr gef xwar: Kerkûk bi Kurdistanê ve nayê gir​ê​dan
    KERKÛK - Xwekujên DAIŞê êrîşî kargeha gazê kir
    YNK: Kerkûk beşekî Kurdistanê ye
    Mela Bextiyar: "Şingal jî û Kerkûk jî axa Kurdistanê ye"
    PDK û YNK: ‘Kerkûk xeta sor e'
    Etîketan:
    nimêja îniyê, mizgeft, DAIŞ, Necmedîn Kerîm, Kurdistan, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de