18:34 20 Tebax 2017
Zindî
    Hêzên HPGê li Şengalê

    ‘Ji bo alîkariya Pêşmerge, hêzeke HPGê gihişte Kerkukê’

    © Foto: HawarNews
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 250 0 0

    Piştî ku DAIŞê êrîşî Kerkûkê kir, hêzeke ji endamên HPGê, ji bo piştgiriya Pêşmerge û hêzên ewlehiyê gihiştin Kerkûkê.

    Kerkûk —Terorîstên DAIŞê di saetên sibê de êrîş birin ser hin deverên Kerkukê û di navbera hêzên Asayişê û terorîstan de şer derket. Piştî ku şer derket gelek hêzên Pêşmerge gihiştin navenda Kerkûkê û li hemberî terorîstan dest bi şer kirin.

    Di vê navberê de hate zanîn ku hêzeke ji endamên HPGê û YJA Starê pêk dihat gihişte navenda Kerkûkê û di şer de cî girtin.

    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a JİNHAyê, yek ji fermandara YJA Starê Niwêla Sîverekê diyar kiriye ku li ser bangewaziya hêzên asayişe, hêzên HPGê û YJA Starê çûne ciyê şer û dest bi şer kirine.

     

    agahî tên…

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê bi xwekuj û wesayîtên bombebarkirî êrişî Kerkûkê kir: 12 kuştî û gelek birîndar
    Etîketan:
    JİNHA, Pêşmerge, YJA STAR, HPG, Niwêla Sîverek, Mûsil, Kerkuk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de